Muxafizên Şoreşê yên Îranê: Îhtimala şerê bi DYE’yê re kêm e

CîhanNûçe

🔴 Muxafizên Şoreşê yên Îranê diyar kirin ku îhtimala jinûve destpêkirina şerê li hemberî DYE’yê kêm e. Rêveberiya Tehranê her wiha ragihand ku li gel hevdîtinên dîplomatîk ew ji êrişeke gengaz re jî amade ne.

Rayedarên Muxafizên Şoreşê îdîa kirin ku îhtimala jinûve rûdana şerekî bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re kêm e.

Ji rayedarên payebilind ên Hêzên Deryayî yên Muxafizên Şoreşê Mûhammed Ekberzadeh ji Ajansa Nûçeyan a Îranê Tasnîm re axivî û got, “Ji ber lawaziya dijmin, îhtimala şer kêm e.”

Ekberzadeh her wiha diyar kir ku ewm di nava amadekariyê de ne û got, “Hêzên me yên çekdar di nava alarmê de ne, şarjorên wan tijî ne.”

Ekberzadeh gef xwar ku ji rojhilatê Kendavê heta bi rojava, wê herêmê “Ji bo êrişkaran bike goristanê.”

LI ÎRANÊ TRAFÎKA HEWAYÎ JINÛVE DESTPÊ KIR

Li aliyê din ajansa nûçeyan ISNA’yê ragihand ku li 10 balafirgehên li Îranê seferên balafiran wê bê navber jinûve destpê bike.

Balafirgeha Îmam Hûmeynî ya Navneteweyî û Balafirgeha Mehrabad a Navneteweyî ji wan balafirgehan e ku seferan lê destpê kiriye.

Balafirgehên mezin ên li Tehranê ji ber şer bi hefteyan girtî man û meha Nîsanê jinûve dest bi xizmetê kirin.

JI ÇÎNÊ BANGA ‘LIHEVKIRINÊ’

Çînê jî hewldanên xwe yên dîplomatîk ên têkildarî krîza li Rojhilata Navîn zêde kir.

Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi bang li aliyan kir ku dilsozê agirbestê bin û got, ew hêvî dikin ku DYE û Îran li ser zemîneke hevpar bigihêjin hev.

 

/Çawkani: ANF/

Van jî bibîne

 

DYE û Îranê li hev xistin
Muqteda Sedir veqetîna Seraya Selam ji tevgerê ragihand

Nûçeyên Sereke