Di hefteya Lûtkeya NATO’yê de çalakiyên girseyî hatin sînordarkirin

CîhanNûçe

Ji ber Lûtkeya NATO’yê, li hin navçeyên Enqereyê xebatkarên saziyên cemaweriyê di destûra îdarî de hatin hesibandin û di hefteya lûtkeyê de çalakiyên girseyî hatin sînordarkirin.

 Lûtkeya NATO’yê dê di 7-8’ê Tîrmehê de li Enqereyê bê lidarxistin. Ji ber lûtkeyê xebatkarên ku li saziyên cemaweriyê yên li navçeyên Altindag, Çankaya, Mamak, Etîmesgut, Golbaşi, Keçîoren, Pursaklar, Sîncan û Yenîmahalle yên Enqereyê de dixebitin, dê di hefteya 6-12’ê Tîrmehê de di destûra îdarî de bên hesibandin.

 Li gorî nivîsa ku ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Karûbarên Personel û Prensîban a Serokkomariyê ve ji saziyên têkildar re hatî şandin, hate diyarkirin ku di hefteya ku lûtke tê de bê lidarxistin de, li Enqereyê çalakiyên girseyî dê neyên lidarxistin.

 

 /Ajansa Mezopotamya/

Van jî bibîne

 

Lokman Akbaba piştî 31 salan ji girtîgehê hat berdan
Mafê Werîşe Muradî yê axaftina bi telefonê tê astengkirin

Nûçeyên Sereke