Hikmet Serbilind: Cejna Qurbanê Pîroz Be

NîvîskarNûçe

 Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm, Em bi vê fersendê Cejna Qurbanê ya Pîroz, bi germî li gelê Kurd û hemû gelên Îslamê pîroz dikin.

Cejna Qurbanê, sembola fedakarî, teslîmiyet û durketina ji egoîzm, enaniyet û xwestekên heywanî ye. Ew mirovan dibe ber bi bilindtirîn asta însaniyetê. Armanca Qurbanê , nêzîkbûna bendeyê bi Xwedê re û bidestxistina razîbûna Wî ye. Ew banga parvekirinê, dilovaniyê û hevkariya civakî ye. Misilmanên xwedî imkan, ji mal û milkê xwe parek ji bo Xwedê vediqetînin û bi hewcedaran re parve dikin. Bi vî awayî, civak xurt dibe, dil têr dibe û giyan bilind dibe. Cejna Qurbanê di dîroka mirovahiyê de her tim bûye ronahiya aşitî, azadî û edaletê.

Lê mixabin, îsal jî di vê rojên pîroz de, dîktator û zalim li seranserê cîhanê li dijî gelên mazlum qirkirin û zilmê didomînin. Bi taybetî dewleta Tirkiyê ya nijadperest, li Bakur,Başûr, Rojava û hemû parçeyên Kurdistanê bi kîna mezin êrîşî maf û destkeftiyên gelê Kurd ên mazlom dike. Di heman demê de, rejîma melayên Îranê ya dagirker û kujer her roj bombeyan li ser gelê Kurd ê bindest dibarîne û ciwanên Kurd darve dike. Her wiha li gelek deverên alema Îslamê, hin rêber û dewletên dîktator li ser xwîna misilmanên mazlum desthilatdariya xwe didomînin.

Xwedayê Mezin û Dilovan, gelê me û hemû gelên mazlum ji şer û zilmên van zaliman biparêze. Her çend ku di cîhanê de gelek zilm, şer û neheqî hebin jî, em dizanin ku dawiya her zalimiyekê hene û Xwedê bi rastiyan re ye. Ev roja pîroz, roja bîranîna qurbaniya Hz. Îbrahim û Hz. Îsmaîl (a.s.) e. Ew bûye nimûneya herî bilind a teslîmiyet, sebir û aşitiyê ji bo hemû mirovahiyê.

Daxwaza me ji Xwedayê Rehman ew e ku ev Cejna Qurbanê bibe wesîleya yekîtiya gelê Kurd, bibe mizgîniya azadî û serxwebûna Kurdistanê û bibe sedema aşitî û aramiyê ji bo hemû mazlomên cîhanê.

Em careke din Cejna Qurbanê li hemû alema Îslamê, bi taybetî li gelê Kurd pîroz dikin.

*

/Serokê Giştî PÎK – Partiya Îslamiya Kurdistan /

Van jî bibîne

 

Di Cejna Qurbanê de serdana gora Vedat Aydin
Di cejna Qurbanê de serdanên goristanan: Em ê xwedî li têkoşîna wan derkevin

Nûçeyên Sereke