NÛPEL – Hulya Avşarê bersiva Fatmaya ku li Rihayê bang li wê kiribû da: ‘Di fersenda yekem de ez li wê derê me’
Hunermenda navdar Hulya Avşar, li hemberî daxwaza lîstika tenîsê ya ku li gundê Qebahisarê yê navçeya Wêranşehra Rihayê bi rêya Rûdawê jê re hatibû kirin, bêdeng nema.
Avşarê nûçeya Rûdawê ya li ser Fatma Karageçiyê — ku li gundê Qebahisarê di wextên xwe yên vala yên piştî karê zeviyê de tenîsê dileyîze û bang li Avşarê kiribû — li ser platforma Xê parve kir û peyama ku wê di demek nêz de biçe wê derê da.
Avşarê di parvekirina xwe de ev îfade bi kar anîn:
“Xwedayo hûn çi qas xweşik in, di fersenda yekem de ez li wê derê me û helbet ji bo wê derê korteke xweş lazim e.”








