Ozgur Ozel: Ji niha û pê de navenda me ya giştî Meclîs e

Nûçe

NÛPEL – Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, di daxuyaniya xwe ya li ber Meclîsê de ragihand ku ji niha û pê de navenda wan a giştî ya nû wê Meclîs be.

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel ku piştî biryara “mutlak butlan” û li ser daxwaza Kemal Kiliçdaroglu – yê ku bi awayekî “tedbîrî” anîbûn ser wezifeyê – polîsan bi zorê bi ser avahiya Navenda Giştî ya Partiya Gel a Komarî (CHP) de girtibû û wî li wir nobet digirt, ji avahiyê derket. Ozgur Ozel ji vir tevî rêveberiya CHPê û parlamenteran ber bi Meclîsê ve dest bi meşê kir û girseyê jî piştgirî da nê. Girseya ku bi hezaran kesî pêk dihat û ber bi Meclîsê ve dimeşiya, dirûşmên “Kemalê Xayin” berz kirin. Wan destnîşan kir ku ew biryara mutlak butlanê nânasin, ev yek ferman/derbe ye û piştgirî dan Ozel. Girseya ku li ber Meclîsê li benda Ozel bû, tevlî kortêja meşê bû û hatin ber Deriyê Dikmenê yê Meclîsê. Ozel, ji bo silavkirina girseya ku li vir li bendê bû, derket ser TOMAya ku rê girtibû. Girseya ku ji Deriyê Dikmenê yê Meclîsê yê di bin dorpêça polîsan de ber bi Deriyê Çankaya yê Meclîsê ve dimeşiya, dîsa rastî dorpêça polîsan hat. Gava hemû ketin û derketinên Meclîsê di bin dorpêça polîsan de bûn, girse derbasî Parka Meclîsê bû.

Ozel, di mîtinga ku li Parka Meclîsê li dar xist de, silav li kesên ku bi rojan e di navenda CHPê de nobetê digirin kir. Ozel wiha got: “Silav li we be yên ku bi rojan e heta sibehê li CHPê li bendê ne, ji bo parastina ocaxa bav û kalan, ji bo ku ocaxa bav û kalan neyê dagirkirin û ji bilî kesê ku ocax jê re hatiye spartin destê tu kesî lê nekeve, canê xwe dikin mertal. Em ew kes in ku bi salan e di êvarên hilbijartinê de razî nebûne ku roniyên navenda giştî ya partiyê û avahiyên bajar û navçeyan zû bivemirin, me nikarîbû xwe li vê rabigirta û me têkçûn li Partiya Gel a Komarî nedihand. Ji ber vê yekê, gava ku me di 28ê Gulana 2023yan de ew hilbijartin qezenc nekir, gava ku me hemûyan got em êdî hatine dawiya hin tiştan, gava çav li erdê û serî tewandî bûn, gava tu kes di rewşekê de nîn bû ku bi kesî re biaxive, me got ku wezife dîsa ketiye ser milê me. Me got guhertin û em ketin rê. Me got em ê careke din têk neçin. Me got em ê roniyan zû nêvemirînin. Gel di vê biryardariyê de samîmiyet dît. Gel ev wezife da vê samîmiyetê. Gotin werin, derbasî serê partiyê bibin, em ji we bawer dikin. Me hemûyan bi hev re karekî weha zehmet bi dest xist ku di dîroka Komarê de, ne di vê partiyê de û ne jî di tu partiyeke din de, digotin serokê giştî yê li serê partiyê bi hilbijartinê nehatiye guhertin û nayê guhertin. Digotin delege ji serî de girêdayî ye, biryardar e, çav girtî û guh xitandî ye. Digotin tu nikarî bidî bihîstin, tu nikarî şîrove bikî, tu nikarî vê bi ser bixî. Wekî ku me wê rojê soz dabû, çar meh piştî wê rojê di hilbijartina yekem de me hesreta 47 salan bi dawî kir, me kibriya 23 salan vemirand û em bi ser ketin. Me Partiya Edalet û Geşepêdanê cara yekem têk bir. CHP êdî partiya yekem a Tirkiyeyê bû. Çima em di bin zilmê de ne? Ji ber ku em bi ser ketine, ji ber ku me ew têk biriye, em ê têk bibin û em ê wî bînin xwarê, em vê zilmê dibînin.”

‘Ji ber ku em bi ser ketine em zilmê dibînin’

Ozel, bi bikaranîna îfadeyên “Çima em zilmê dibînin? Çima em zilmê dibînin? Ji ber ku em bi ser ketine!” wiha berdewam kir: “Ji ber ku me ew têk biriye! Ji ber ku em ê ew têk bibin! Ji ber ku em ê wî bînin xwarê, em vê zilmê dibînin! Herî baş hûn dizanin, herî baş hûn dizanin. Tirkiye dizane ku ne serkeftina 31ê Adarê û ne jî di hilbijartina bê de daxistina yê di qesrê de, tenê bi hêza Partiya Gel a Komarî nabe. Û min got ku zilm wê rojê dest pê kir… Hevpeymaniyek, hevpeymaniyek jî piştî wê şêwaz girt û li pêşberî me rawestiya. Yên ku nekarîn du têkçûnan dabexînin… Ya yekem; bi hevpeymaniya qesrê re ya ku ji roja avabûna partiya wan û vir ve nekarî têkçûna yekem a di hilbijartina 31ê Adarê de û îhtîmala têkbirina wan a ji niha û pê de dapexîne… Hevpeymaniya kesên ku nekarîn li Tirkiyeyê cara yekem di partiyeke siyasî de guhertina serokê giştî dapexînin; nekarîn dapexînin ku neviyê baxçevanekî 48-49 salî, zarokê mamosteyekî teqawît bibe Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî, li pêşberî me rêz bûn.”

‘Hûn nikarin bi zextê min terbiye bikin’

Ozel, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Min ji vir heta îro her tim bêdeng ma. Û min her tim bêdeng ma. Ez ew Ozgur im ku di 10 saliya xwe de, di 10 saliya xwe de bi pêlavên lastîk çûm dibistana şevbêriyê. Özgürê ku qedrê mezinê xwe digire. Min dênvê xwe li hev guvaşt û ez bêdeng mam, min dênvê xwe li hev guvaşt û ez bêdeng mam. Lê êdî bes e, ez li xwe weyn nakim (gunehê min bi xwe nayê). Ez li xwe weyn nakim, lê min guneh bi şaxê jinan tê ku her êvara hilbijartinê tûmika xwe dihejînin û girêdidin û bi hefteyan serê wan dêşê, min guneh bi şaxê ciwanan tê ku nikarin li rûyê bavê xwe binerin. Ez li xwe weyn nakim. Ez nefret dikim ku beşdarî cenazeyên partiyên me bibim ên ku dibêjin ‘eger ez bêyî windakirina hilbijartinekê, bêyî qezenckirina hilbijartinekê û bêyî şandina wî bçim, çavê min vekirî diçe’. Ji ber vê yekê ez soz didim we. Ew nikarin min bi êş, zilm û zextê terbiye bikin. Nikarin min bi gazê bitemirînin (bilerizînin). Ez ji lêdanê natərsim, lê ez ê tu carî careke din fêrî têkçûnê nebim, tehemûla min ji windakirinê re nîn e. Derbeya 19ê Adarê derbeya herî dawî ya li vê welatî ye. Derbeya nifşê herî nû ye. Derbeya 19ê Adarê, derbeya vî Serokkomarî ye ku li dijî Serokkomarê piştî xwe, li dijî Ekrem İmamoğlu kiriye. Têkoşîna ku piştî derbeya 19ê Adarê hatibe dayîn, hesaban xera kiriye.

Li ser xiyanetê

Çi cureyên sûcdaran hebin girtin pişta xwe û bi vî awayî êrîşî vê partiyê kirin. Me hemûyan bi hev re partî û Navenda Giştî parast. Derî û pencerayên anîn xwarê, gaz reşandin, dagir kirin! Me hemûyan bi hev re heta kêliya dawî li ber xwe da. Paşê em birê ketin û hatin. Di rê de baran li me bariya, zîpka (teyrok) li me bariya. Nexwe hinek dibêjin ‘paqij bibin (biparzûnin)’; di bin wê baranê de, ji gaza îsotê ya ku wan reşandibû, em paqij bûn. Em ji wê gaza îsotê paqij bûn! Ji xeynî gaza îsotê ya desthilatdariyê û ji xeynî xiyaneta yê ku wek dost dizanin, tiştekî din ê vê partiyê nîn e ku jê paqij bibe.

Navenda me ya giştî ji vê saetê pê de Meclîs e

Ev der Parka Serweriya Neteweyî ye. Me şeş barîkat derbas kirin û em hatin, me TOMA derbas kirin û em hatin. Em hemû bi hev re hatin ber Meclîsê, Parka Serweriya Neteweyî. Ji bo ku em neyên vê derê şeş barîkat danîn, herî dawî TOMA danîn, lê me hemûyan bi hev re derbas kir û em hatin. Çima em li Meclîsê ne? Ji ber ku hûn dizanin çi anîn serê Navenda me ya Giştî. Lê gava Partiya Gel a Komarî hat avakirin navendeke wê ya giştî nîn bû. Em ji kesên ku difikirin bi girtina navenda me ya giştî ji destê me û bi nehêlana ketina me ya ocaxa bav û kalan wê CHPê ji destê me bigirin re dibêjin: Em ji wê avahiyê derketin, me ji bo dilxwazê wê re hişt, me heta dawiyê têkoşîn kir. Di dema vê têkoşînê de, heta ku partî ji dagirkeriyê rizgar bibe, navenda me ya giştî ya niha koma CHPê ya li TBMMê ye. Em teslîm nabin, em serî natewînin, em paşve nakişin!

Ez we vedixwînim ku em partiyê ji nû ve vekin

Ev partî bi awayekî fermî di 9ê Îlona 1923yan de ji aliyê Mustafa Kemal û hevalên wî ve hat vekirin. Derbeyaran ev partî girtin. Di 9ê Îlona 1992yan de, di 9ê Îlona 1992yan de partî ji nû ve hat vekirin û ji wê rojê û vir ve xebatên xwe berdewam dikir. Di 21ê Gulana 2026an de, baskên darazê û baskên butlanê yên AK Partiyê careke din Partiya Gel a Komarî girtin. Ez we vedixwînim vekirina sêyemîn a partiyê! Bo vekirina sêyemîn! Cara yekem Mustafa Kemal û hevalên wî partî vekirin. Cara duyem Erol Tuncer û hevalên wî vekirin. Ma hûn amade ne ku cara sêyemîn em Partiya Gel a Komarî ji dagirkeriyê rizgar bikin û bi hev re ji nû ve vekin? Mîna derbeyarên 12ê Îlonê, derbeyarên 19ê Adarê û derbeyarên 21ê Gulana partî bi awayekî fiîlî girtine. Heger li Partiya Gel a Komarî ne ew kesên ku milet dibêje bi rê ve dibin, heger ne kesên ku delege hildibijêrin bi rê ve dibin, û nexasim heger Partiya Gel a Komarî ne ji aliyê kesên ku qesr hildibijêre ve nayê birêvebirin, wê demê Partiya Gel a Komarî qezenc kiriye. Ji bo ku ez Partiya Gel a Komarî cara sêyemîn vekim, ez ê bi hemû hêza xwe bixebitim. Di encamê de ez ê wê sindoqê bînim, Partiya Gel a Komarî wê ji aliyê kesên ku we hilbijartine ve bê birêvebirin! Ew sindoq wê bê, hevpeymaniya Qesrê wê bi dawî bibe!

Ez… Ez ê tevî rêveberên partiya me û parlamenterên me derbasî Meclîsê bibim û li navenda me ya giştî ya nû bicih bibim. Mîna wekî îro, bi dilên we yên ku li ku derê pêwîst be lêdanê li wir lê dide, bi lingên we yên ku di kîjan rêyê de pêwîst be meşê li wir dimeşe û bi biryardariya we ya ku xwedî li siberoja me derdikeve, ji niha û pê de ez li benda we hemûyan im ku em bi hev re têbikoşin!”

Çavkanî: MA

Van jî bibîne

 

Mamosteya Kurdî Foruzan Îslamî li Ûrmiyeyê hate girtin
Trump: Danûstandinên bi Îranê re bi awayekî avaker didomin

Nûçeyên Sereke