Ji Esnafên Amedê Banga Cejnê: Bihayên Me Kêm in, Hêza Kirînê Tune ye

Nûçe

AMED (Nûpel) – Bi nêzikbûna Îda Heciyan (Cejna Qurbanê) re, li navçeya Rezikê ya Amedê cihê çîna kêmdahata herî zêde serdana wê dike û qelebalixiya herî zêde lê heye, dibe bazara Kolana Sakaryayê. Wekî ekîba Nûpel TV’yê di hevdîtinên ku me bi esnafên bazarê re kirin de; esnaf diyar dikin ku her çend bihayî kêm bin jî, ji ber xizanî û pirsgirêkên aborî eleqeya ku dihat hêvîkirin tune ye.

Halis Ekinci ku li Kolana Sakaryayê esnafê Roj Kinayê ye, qelebalixiya zêde ya kolanê û bêserûberiya dezgehên ku esnafan li ser peyarê û rêyên meşê vegirtine rexne kir. Ekinci destnîşan kir ku gelê Amedê hêjayî jiyaneke, birêkûpêk û sîstematîk e û bal kişand ser ku di mijarên wiha de bi giştî tu pêşkeftinek çênebûye; lewma diyar kir ku divê şêwazekî xweşiktir, estetîk û birêkûpêk bidin bazarê.

Ji esnafên ciwan Serhat anî ziman ku qelebalixiya kirîn û firotinê ya cejnên berê di dema dawî de pir kêm bûye û krîza aborî bandoreke kûr li seranserê civakê kiriye. Serhat da zanîn ku tevî bihayê berhemên ku difroşin bi qasî pakêteke cixarê yan jî yek-du kîlo firîngî be jî, ew di dîtina kiryaran de rûbirûyî zehmetiyê dibin û hêvî kir ku ev pirsgirêk bi demê re li pey xwe bimînin.

Keça ciwan a bi navê Yağmur ku li şaxê Maxpelê ya li Kolana Sakaryayê dixebite jî, guncavbûna bihayên firotgeha xwe ji kamerayên me re vegot. Yağmur bal kişand ser kalîte û bihayên balkêş ên berhemên wan ên ku ji binkiras heta cilûbergên din hilberîna wan a xwemalî ne û bi xêra cejnê bang li hemû welatiyan kir ku serdana firotgeha wan bikin.

 

 

 

Van jî bibîne

 

Orhan Dapakli: Desthilat dixwaze bi rêya JES’ê herêmên me talan bike
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand

Nûçeyên Sereke