Orhan Dapakli: Desthilat dixwaze bi rêya JES’ê herêmên me talan bike

NûçeXweza

🔴 Çalakiya nobedê ya ku li dijî projeya Santrala Enerjiyê ya Jeotermalê ye (JES) di roja xwe ya 22’yan de didome. Welatiyên ji gundên Qûlan û Dapakê tevlî çalakiya berxwedanê bûn û destnîşan kirin ku ev proje dixwaze cih û warên wan talan bike.

Çalakiya nobedê ya ku li dijî projeya Santrala Enerjiyê ya Jeotermal (JES) a ku tê xwestin ku di nav sînorên gundê Xwarikê yê navçeya Gimgima Mûşê de bê avakirin, ev 22 roj in berdewam dike.

Şêneyên herêmê ji bo rawestandina vê projeyê, ku bandoreke neyînî li 16 gundên wan dike, di çalakiya nobedê de ne.

Welatiyek ji gundê Dapakê bi navê Orhan Dapakli ku tevlî berxwedanê bûye, diyar kir ku ev rewş dê bandoreke neyînî li sewalkariyê bike û wiha axivî:

“Herêma ku berê bi polîtîkayên şer hatibû valakirin, niha dixwazin bi projeyên JES’ê wê vala bikin.”

Alî Tevlî: Bila rê li ber talankirina warê me neyê vekirin

Her wiha welatiyek din jî ji gundê Qûlanê bi navê Mehmet Alî tevlî çalakiya nobedê bûye, destnîşan kir ku armanca vê projeyê koçberkirina mirovên wê ne û wiha anî ziman:

“Bi dîtina min armanca vê projeyê, bêmirovkirina vê herêmê ye.

Gelek mirov dê careke din mexdûr bibin. Bila rê li ber vê neyê vekirin.”

Sîdar Ataç: Em dixwazin hemû gund tevkariya nobeda JES’ê bikin

Di dawiyê de, welatiyê ji şêniyên gundê Qûlanê Sîdar Ataç anî ziman ku ew qebûl nakin cih û warên wan werin talankirin û wiha got:

Dewleta Tirk bi van polîtîkayan re, dixwaze xweza û herêma Bakurê Kurdistanê ji mirovan vala bike

/Çawkani: nucetvnet/

Van jî bibîne

 

Amedspor serokê xwe yê nû hildibijêre
Ji Esnafên Amedê Banga Cejnê: Bihayên Me Kêm in, Hêza Kirînê Tune ye

Nûçeyên Sereke