Ji bo projeya JES a Gimgimê hişyariya ‘Qada Jîngehê ya Girîng’ di belgeya fermî de cih girt

NûçeXweza

NÛPEL – Li navçeya Gimgimê ya Mûşê, nîqaşên li ser projeya Santrala Enerjiyê ya Jeotermal (JES) berdewam dikin. Di vê navberê de, di belgeya fermî ya ku ji hêla Midûriyeta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Kavlê (Îklîm) a Bajêr a Mûşê ve hatî amadekirin de, derbarê projeyê de tespîtên balkêş hatin dîtin.

Parêzer Bariş Yildirim ku salên dirêj e li Dersîmê têkoşîna jîngehê dimeşîne û beşdarî gelek dozên ekolojiyê bûye, diyar kir ku pêvajoya projeyê li dijî hiqûqê ye û belgeya navborî bi raya giştî re parve kir.

Yildirim bi bîr xist ku di mîtînga ku Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê di 24’ê Nîsanê de li Gimgimê li dar xistiye de, îtîrazên hiqûqî yên li ser projeya JES’ê hatine eşkere kirin. Yildirim destnîşan kir ku êdî bi nivîsa saziya fermî jî hatiye piştrastkirin ku qada projeyê di nav “Qada Jîngehê ya Girîng (ÖDA)” de ye.

‘Pêwîst bû ji zanîngehan nêrîna erênî bihata girtin’

Di nivîsa ku ji hêla Midûriyeta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Kavlê ya Bajêr a Mûşê ve hatî amadekirin de hat diyarkirin ku qada projeya “Li 10 Bîran Sondajên Lêgerîna Çavkaniyên Jeotermal” a ku ji hêla şîrketa IGNIS H2 Enerji Üretim A.Ş. ve tê plankirin, di nav van qadan de dimîne:

Qada mêşedarî û çolistanê

Qada daristanê

Çêre û mêrg

Erdên çandiniyê

Qada Jîngehê ya Girîng (ÖDA) ku divê karaktera wê ya xwezayî were parastin.

Di belgeyê de her weha hat destnîşankirin ku qadên sondajê nêzî textên rûbaran (co û çeman) û rêyên bejayî yên pileyên sêyemîn û çaremîn in.

Midûriyeta Bajêr di nivîsa xwe de bal kişand ser wê yekê ku ji ber qada projeyê di nav Qada Jîngehê ya Girîng de ye, divê ji hêla beşên têkildar ên zanîngehan ve li ser flora û faunayê (giyayî û ajalî) lêkolînên zanistî werin kirin. Di nivîsê de hat diyarkirin ku amadekirina raporeke zanistî ya ku nîşan bide ka ji aliyê ekolojîk ve astengî heye yan na, şert e û divê ev rapor di pelgeya danasîna projeyê de cih bigire.

‘Bêyî ku ev şert bi cih bînin pêvajo dan pêş’

Parêzer Bariş Yildirim derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ev tişt anî ziman:

“Çima Projeya Santrala Enerjiyê ya Jeotermal a ku tê xwestin li Gimgima Mûşê were çêkirin li dijî hiqûqê ye… Me sedemên vê yekê di mîtînga ku Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê di 24’ê Nîsanê de li Gimgimê li dar xistibû, li ser dikê eşkere kiribû. Yek ji sedemên me jî ew bû ku qada projeyê wekî Qada Jîngehê ya Girîng hatiye tespîtkirin û tescîlkirin. Ez belgeyê parve dikim. Her çend Midûriyeta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Kavlê ya Bajêr a Mûşê diyar kiriye ku qada projeyê wekî Qada Jîngehê ya Girîng hatiye veqetandin û ji bo meşandina projeyê divê ji beşên têkildar ên zanîngehan nêrîna erênî were girtin jî, ev şert nehatiye bicîhanîn. Ev belge pêşkêşî dosyayên dozên me yên dadgehê jî hatiye kirin.”

Parêzvanên ekolojiyê destnîşan dikin ku bêyî pêkanîna şert û mercên ku saziya fermî di nivîsa xwe de diyar kirine, hewldan tê kirin ku pêvajoya projeyê bi pêş bixin. Ekolojîst radigihînin ku ev rewş ji bo hiqûqa jîngehê û berjewendiya giştî binpêkirineke giran e.

Çavkanî: Rûdaw

Van jî bibîne

 

Nexweşiyên derûnî ji sedî 95 zêde bûne: 1,2 milyar kes pê ketine
Şikbarê Firarî Umut Altaş Hat Binçavkirin: Pêvajoya Îadekirinê Dest Pê Kir

Nûçeyên Sereke