Dayikên Şemiyê aqûbeta Pîro Ay pirsîn

Nûçe

Dayikên /Mirovên Şemiyê di hefteya 1104’an a çalakiya xwe de aqûbeta Pîro Ay pirsîn…

Dayikên/Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û ji bo darizandina berpirsyaran, li Qada Galatasarayê ya li Beyogluyê hatin ba hev û çalakiya xwe ya 1104’an lidar xist.

Di çalakiyê de aqûbeta Pîro Ay hate pirsîn.

Gelek parêzvanên mafan, Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî beşdarî çalakiyê bûn.

Ji Sekreteriya Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê Jiyan Kaya daxuyanî xwend.

/Çawkani: ANF/

Van jî bibîne

 

KNK’ê di 27’emîn salvegera damezrandina xwe de, banga yekîtiya neteweyî dubare kir
Trump ji bo êrişeke nû ya li Îranê amade ye

Nûçeyên Sereke