Xana Hesen Paşa: Di Dîroka Amedê de Navendeke Bazirganî û Avahîsaziyê

AMED (Nûpel) – Xana Hesen Paşa, avahiyeke dîrokî û karwansarayeke kevn e ku li navçeya Sura Amedê, li beramberî deriyê rojhilat ê Mizgefta Mezin û li ser Kolana Gazî cih digire. Li gorî agahiyên ji du kitêbeyên li ser avahiyê tên fêmkirin; ev xan di navbera salên 1572 û 1575’an de, ji aliyê Hesen Paşa ve hatiye avakirin ku ew kurê wezîrê mezin ê Osmanî Sokollu Mehmet Paşa û parêzgarê sêyem ê Amedê yê serdemê bû.

Ev avahî yek ji karwansarayên herî herî baş parastî yê serdema Osmanî ye li herêmê. Di serî de ji bo dikan û depokirina malan hatibû sêwirandin jî, çavkaniyên dîrokî diyar dikin ku wekî hanekê mêvandariya rêwiyên şevbuhêrk kiriye û cihê hespan jî tê de hebûye. Di sala 2006’an de piştî xebatên restorasyonê, xan veguherî navendeke çandî û civakî. Îro di hundirê xanê de kafe, xwaringeh, pirtûkxane û dikanên ku tiştên wekî telkarî û antîkayan difroşin hene û bûye yek ji cihên herî girîng ên geştyariyê (turîzmê) li bajêr.

Di Çavên Geştyar û Rêwiyan de Xana Hesen Paşa

Xana Hesen Paşa ku ji aliyê Vezîrzade Hesen Paşa ve hatibû avakirin, di dirêjahiya dîrokê de bala gelek seyyah û gerokên ku serdana Amedê kirine kişandiye û wan di berhemên xwe de agahiyên girîng li ser vê xanê dane:

• Leh Simeon (1612): Rêwiyê polonî Simeon di sala 1612-1613’an de dema tê Amedê, li vê xanê dimeşe û wê wekî avahiyeke kevirî ya heybet bi nav dike. Ew dinivîse ku di binê erdê de du axurên xanê yên wisa mezin hene ku dikarin 500 hesp û dewaran bihewînin. Her weha behsa hewşeke spehî ya ku bi hesinên rengîn hatiye dorpêçkirin û odeyên li ser sê qatan dike.

• Evliya Çelebi, Gugios İnciciyan û James Silk Buckingham: Di serdemên paşê de van gerokan jî bi girîngî behsa xanê kirine. Buckingham, di notên xwe yên sala 1815’an de destnîşan dike ku bazara dexl û dûnan (hububat) li vir diciviya; ev yek nîşan dide ku xan di sedsala 19’an de jî navendeke mezin a aboriyê bûye.

Di Sedsala 19’an de Girîngiya Xanê û Belgeyên Dîrokî

Belgeyên arşîvê îspat dikin ku Xana Hesen Paşa di sedsala 19’an de navendeke stratejîk a bazirganî û îdarî bûye:

• 3’yê Cotmeha 1792: Ji ber ku kethudayê parêzgarê Amedê Abdi Paşa, Nuh Beg, deynê xwe yê 54.000 kurûşî nede, hemû mal û milkên wî di vê xanê de hatin desteserkirin (hacizkirin).

• 25’ê Kanûna 1802: Li gorî fermanekê, piştî mirina parêzgarê Amedê Zuhtû Îsmaîl Paşa, eşyayên wî yên mayî li vê xanê hatine komkirin.

• 5’ê Tebaxa 1843: Di şewata mezin a sala 1833’yan a li Amedê de, eşyayên kahînekî fransî ji êgir hatine rizgarkirin û li vê xanê hatine parastin.

• Kişandina Serbazan (1833-1842): Li gorî daxwaznameyên zanyarên Amedê yên wekî Ehmedê Biçûk û Hacî Mehmed Ragib Efendi, xan ji sala 1833’yan ve wekî qişle ji bo serbazan (eskaran) hatibû bikaranîn. Wan daxwaza valakirina xanê û dayîna kirêya 7 salan (3.000 kurûş) dikir. Her çend ji defterên mesrefan ên herêmî (1842) diyar bibe ku esker zû bi zû li wir manê domandine jî, ji bo 6 mehan 400 kurûş heqê kirê hatiye dayîn.

Taybetmendiyên Avahîsaziyê

Dîwarên xanê bi şêwaza xwemalî ya Amedê, ji rêzên alternatîf ên kevirên kilsê yên ronî û kevirên bazalt ên reş hatine avakirin. Ev rêzikên du-rengî yên berwarî wisa dikin ku avahî ji qasî xwe dirêjtir xuya bike.

• Eniya Rojava: Ev beş, beşa herî balkişandî ya avahiyê ye û sêwiraneke pir sofîstîke nîşan dide. Deriyê rojava yê ku bi nivîsa kûfî di nav çarçoveyeke çargoşe de hatî hûnandin, ber bi derve ve ne zêde derketî ye, mîna eywaneke ber bi hundir ve hûnandî ye. Piştî derbaskirina deriyekî bi kemera nizm, mirov di ber rûberekî tîrikî re derbasî hewşê dibe. Şêwaza pencerên vî alî, karwansarayên anîtî yên Heleb û Şamê tîne bîra mirov.

• Hewş û Şadirvan: Di navenda hewşê de şadirvaneke şeş-stûnî û bê-bezemex heye. Odeyên qata jêrîn bi kemerên tûj ber bi hewşê ve vedibin û ser rûbên wan bi eywanên tîrikî hatine girtin.

• Qata Duyem: Di qata duyem de, konsolên kevirî yên ku ber bi hewşê ve dirêj dibin balê dikişînin. Navenda avahiyê bi du pencerên xemilandî yên ku ji qata duyem a dikanan ber bi derve ve hinekî derketî ne, tê temamkirin.

Restorasyon û Rewşa Îro

Di xebatên restorasyonê yên ku di sala 2006’an de dest pê kirin de, melateke taybet ku jê re “Melatê Xorasanê” tê gotin hat bikaranîn. Ev melat ji tevlîheviya materyalên cuda yên ku ji Muglayê hatibûn anîn hat amadekirin. Ji ber ku ev melat hem bi tevna orjînal a avahiyê re digunca û hem jî ji ber temenê xwe yê bi hezaran salan pir qahîm e, hat tercîhkirin. Di hinek beşên avahiyê de tenê pêvajoya sîlmetê hatiye kirin.

Xana Hesen Paşa ji ber ku îro ji bo armancên cuda yên bazirganî, çandî û tûrîstîk tê bikaranîn, hinek ji taybetmendiyên xwe yên kevnar winda kiribe jî, hîna jî wekî yek ji stûnên herî zindî û girîng ên dîroka Amedê li piyan e. Îro di hundirê xanê de pirtûkxane, xwaringeh, taştêgeh, çayxane, hacetên xemilandinê, cil û bergên kurdî û dikanên ku motîfên sembolîk dihewînin peyda dibin û pêşwaziya mêvanên xwe dikin.

 

Van jî bibîne

 

KJAR: Jiyana Zeyneb Celaliyan di metirsiyê de ye
Di Navbera Mehkûmê Îdamê û Tatar Ramazan de

Nûçeyên Sereke