Li Peyasê Semînera Xurtkirina Hîşmendiya Ziman û Xelatkirina Çîroknûsên Ciwan

AMED (Nûpel) – Yekeya Parastin û Pêşxistina Ziman, Meclîsa Ziman û Gerînendetiya Ciwan û Karên Civakî yên Şaredariya Peyasê, bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, semînera bi navê “Xurtkirina Hîşmendiya Ziman û Xelatkirina Çîroknûsên Ciwan” li Eywana Kargehan a Şaredariyê li dar xist.

Bernameya ku ji aliyê Yekeya Parastin û Pêşxistina Ziman, Meclîsa Ziman û Gerînendetiya Ciwan û Karên Civakî ve hat organîzekirin, bi beşdariya axaftvanan hat lidarxistin. Akademîsyen û nivîskar Dr. Dîlawer Zeraq li ser “Hîşmendiya Ziman”, mamoste û çalakvana ziman Semra Bîrtane li ser rewşa zimanê Kurmanckî, û Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbahar jî li ser rewşa zimanê Kurdî û xetereyên li pêşiya ziman axaftin.

Di bernameyê de Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, alîkarên hevşaredaran, endamên Meclîsa Ziman, endamên Yekeya Parastin û Pêşxistina Ziman, nûnerên MED-Derê, gelek nivîskar û Gerînendetiya Ciwan û Karên Civakî amade bûn.

Berî destpêka axaftvanan, encamên Pêşbaziya Çîroknûsên Ciwan a ku di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî de ji bo xwendekarên lîseyê hatibû lidarxistin, hat diyarkirin. Encamên pêşbirkê jî di 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de hatibûn bi encamkirin. Axaftvanan xelat dan xwendekarên ciwan yên ku di pêşbaziyê de serkeftin. Xelata yekemîn Roja Fîs, ya duyemîn Şahap û ya sêyemîn jî Nûpelda wergirtin.

Şaredarî divê pêşengiyê bike

Moderatorê rêvebirina semînerê di axaftina xwe de wiha got: “Em Şaredariya Peyasê yekemîn şaredarî ne ku Meclisa Ziman damezrand û di bin sîwana wê de Yekeya Parastin û Pêşxistina Ziman ava kir. Di çarçoveya xebatên Cejna Zimanê Kurdî de gelek çalakî hatin lidarxistin. Lê em dizanin ku xebatên ziman tenê di saziyan de hilnayên. Divê ev xebat di nava gel de belav bibin. Ji bo vê yekê, saziyên ku herî zêde derfet û îmkanên wan hene, şaredariyên me ne. Ji bo şaredarî karibin vê xebatê bi awayekî têkûz bikin, pêdivî bi hîşmendiyeke zimanî ya bilind heye. Îro em hewl didin di vê mijarê de gavekê bavêjin û hîşmendiyekê ava bikin.”

Parastina rewa, xwedîderketina ziman e

Alîkarê Hevşaredaran Yilmaz Güneş jî axaft û wiha got: “Pêşketina ziman di şert û mercên pir dijwar de derbas dibe. Îro em deyndarên Celadet Elî Bedirxan in ku bi hevalên xwe re kovara Hawar a bi alfabeya latînî amade kir û weşand. Li ser mîrasa wan, Apê Musa, Osman Sebrî, Feqî Huseyîn Sagniç û gelekên din berhem afirandin û gihandin me. Ez wan bi hurmet bibîr tînim û têkoşîna wan ya zimanî silav dikim. Bi saya wan em îro li hev dicivin û Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Bi tiştên ku wan kirine, me hîna tiştekî mezin nekiriye. Ji bo têkoşîna ziman divê em di nav rexnedayîneke mezin de bin. Wek şaredariyê em dixwazin bibin pêşeng û bersiv bidin daxwazên gel. Parastina rewa, xwedîderketina ziman e.”

Hîşmendiya Ziman û Habîtusa Kurdî

Piştî van axaftinan, Akademîsyen û Nivîskar Dr. Dîlawer Zeraq bi mijara “Hîşmendiya Ziman” axaftina xwe pêşkêş kir û wiha got:

“Ev mijara ku niha bi we re parve dikim, encamên xebata 6 mehan e. Habîtusa Kurdî beriya damezrandina Komara Tirkiyeyê li her devera Kurdistanê hebû. Bi damezrandina komarê re zimanê tirkî li me hat ferzkirin. Ev ferzkirin ji bajaran dest pê kir û ber bi gundan ve çû. Zimanê fermî yê dewletê pêşî hişê rewabûnê têk bir. Zimanê tirkî bi rewabûna tundî û tawanbariyê di hişê me de cih girt. Ev jî bû sedema pîsafftinê. Pêşî di perwerdehiya fermî û leşkergehê de qedexekirin, di hişê me de hate rûniştandin. Zimanê fermî li ser zimanê me hat ferzkirin û ev tişt sê awayî çêbûn:

Yek: Biprestîjîbûn – me bi xwe dev ji zimanê xwe berda.

Du: Hêjayî û qîmetdayîn-bilindbûn û daketin.

Sê: Têkerî ku kurdî têrê nake.

Ev hersê di hişê me de hatine nexşandin. Em dibin ‘nehêja’. Polîtîkaya pergalê û tundî di nav fikra me de cih digire û em êdî hewcedariyê bi nirxê xwe nabînin. Zimanê fermî ev e. Encama wê jî pîsaftin û hîyerarşiya ku hatiye afirandin e. Hişê-fikra reş, nezaniya li hember kurdî û têrînekirina wê. Bi ziman re, zimanê bajarvaniyê wek zimanê şarezatiyê tê dîtin. Bi vî awayî em zimanê xwe nas nakin, lê em nabînin ku ev ziman çi dide me. Bersiva me jî timî reaksiyon e, heta digihêje heqaretê. Ziman çiqas dewlemend be jî, ger neyê bikaranîn, tu xêra wê tune. Divê bersiva me li hember tirkî hebe. Beramberî wê gereke hebe, ne reş û spî be. Ji ber ku em xweparastinê şaş fam dikin. Dema ji me tê pirsîn ‘sifir bi kurdî çi ye?’, em nabêjin ‘ka sifir bi tirkî çi ye?’. Yê dipirse jî kurd e, yê bê bersiv jî dimîne kurd e. Gotinên me wiha li dijî me tên bikaranîn. Em li gorî êrîşê tevdigerin, ne li gorî bersivdayîna bi hişmendî û dibin bersiv.”

Nexşeya Zimanê Kurmanckî li Welat

Mamoste û Çalakvana Ziman Semra Bîrtane bi Kurmanckî rewşa zimanê Kurmanckî bi mijara “Hîşmendî û Muhîmîya Ziwane” nêrînên xwe wiha anî Ziman û got;

“Di sala 1999’an de li gorî rapora UNESCO’yê, li cîhanê 2500 zimanên di bin metirsiyê de hene. Li Tirkiyeyê jî 18 ziman di bin xeterê de ne. Mixabin ku Zazakî jî di nav van zimanan de cih digire. Ziman ji devokekê derbasî devokeke din bûye û gihaştiye nifşên nû.

Ji nav zimanên kevnar ên Mezopotamyayê yek jî Zazakî ye ku heta roja me ji devokekê derbasî devokeke din bûye û gihaştiye nifşên nû. Li gorî zimanên din ên Kurdî, nivîsandina Zazakî gelekî dereng maye. Ji ber vê yekê berhemên wê yên edebiyata modern û klasîk kêm in.

Li gorî erdnîgariya me, em dikarin Zazakî di sê beşan de dabeş bikin:

1. Zazakîya Bakur: Navenda wê Dersim û Erzîngan e.

2. Zazakîya Navîn: Zazakîya Çewlîg û derdora Amedê.

3. Zazakîya Başûr: Zazakîya Sêwregê.

Yekemîn xebata li ser Zazakî di salên 1853-1856’an de ji aliyê Peter Lerch ve hatiye kirin û di salên 1857-1858’an de jî hatiye nivîsandin.

Peter Lerch di dema Şerê Kirimê de, di navbera Osmanî û Rusan de, girtiyên ku ketibûn destê Rusan (sê çîrokên ji Zazayên Çewlîgê) tomar kiriye. Van berhemên xwe di sala 1858’an de bi zimanên Rusî û Almanî çap kirine. (Çîrokên Sê Birayan, Eşîreta Sivan, Çemçeqû Paşa, Qewxê Nirib û yên din).

Yekemîn berhema nivîskî ya Zazakî ji aliyê Mela Ehmedê Xasî ve hatiye nivîsandin. Di sala 1899’an de “Mewlida Kirdî” (Mewlida Pêxember) hatiye nivîsandin, paşê jî Osman Esad Efendî mewlidek din nivîsandiye.

Bi taybetî di destpêka sedsala 20’an de, li bajaran ên Ewropayê jî ji bo ronakbîrên Kurdan cihê girîng bû û di warên siyaset, huner û edebiyatê de xebatên wan pêş ketin. Gelek cureyên pirtûk, kovar û rojname di wê demê de hatine çap kirin.

Piştî wê, di bin rêberiya Celadet Elî Bedirxan de li dîasporayê, li binxetê (Sûriye) di sala 1932’an de di kovara Hawarê de li ser dîrok û çanda Kurdan nivîsandin hatine kirin û li wir folklorê Zazayan jî cih girtiye.

Di beşa Kurdolojiyê ya li Rûsyayê de Qanatê Kurdo (ji dîasporayê) ji ekola Celîlê Celîl û Ordîxanê tê. Wî di wê demê de li derdora Batumê, li gundekî ku Zazayên lê dijîn, di sala 1939’an de hin xebatên folklorîk berhev kirine û bi destnivîs tomar kirine. Van destnivîsên wî li Muzeya Etnografya Ermenîstanê têne parastin.

Di sala 1979’an de kovara Tîrejê: Li gorî xebatên din, Zazakî di warê folklor û edebiyatê de cihê xwe yê mezintir girtiye.

Di sala 1983’an de ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ve di kovara Hêvî de jî Zazakî cih girtiye.

Di sala 1997’an de (li dîasporayê) Zazayên ku ji herêmên cuda hatibûn Ewropayê, bi taybetî li Swêdê, kovara Vateyê weşandin. Kovara Vateyê xebatên ziman, ferheng, rastnivîsîn, folklor, edebiyata devokî û gelek xebatên girîng dike û bi taybetî li ser standardîzekirina ziman radiweste.

Ji bo ku nifşên nû nasnameya xwe, reh û bingehên çand û dîroka xwe nas bikin, parastina Zazakî pir girîng e. Her wiha ji bo parastina cewherê civakê jî girîngiya Zazakî gelekî mezin e.

Di encamê de, veguhastina Kurdî tenê hînbûna zimanekî nîn e, ew veguhestina hafizeyekê, nasnameyekê û hebûnekê ye.”

Gelek şaredar û siyasetmedar hîn jî ji bo ziman tu kar nekirine

Herî dawî, Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dil Bahar li ser rewşa zimanê Kurdî û xetereyên li pêşiya wî axaft û wiha got:

“Ji ber ku me di warê zimanê Kurmancî de xwe bi pêş nexistine, ez rexnedayîna xwe didim. Çîroka 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ku çawa hate îlankirin, pir hindik em tev dizanin. Divê em pîrozbahiyan di vê rojê de asê nehêlin û her rojê bikin roja zimanê Kurdî. Ziman bi bikaranînê û bi zanînê divê em deviyên jiyanê şîn bikin. Heger ev nebe, qedr û qîmeta ziman jî nîn e. Mirov ji bo bigihîje tiştekî, divê têbikoşe.

Saziyên me, şaredarî û parlamenter, gava ku dibêjin ‘çima zarok bi Kurdî naaxivin’, divê pêşî li xwe binêrin. Ew Kurdî di xwe de ava nakin, lewma nabe zimanê me jî. Xwe guhertin pêwîst e. Divê em hîşmendiya zimanê Kurdî fêr bibin û bi zanîn tevbigerin. Ger em nikaribin vê yekê bikin, em ê nikaribin ziman jî bidin parastin.

Hewcedariya me bi dirûşman nîne ku em bêjin ‘Ziman Rûmet e!’. Rûmet e, lê em bi xwe rûmetê pêk nayînin. Hêzên dagirker û mêtînger têra xwe êrîşî ser ziman dikin. Li Wanê Tirkîstan, li Hewlêrê Erebîstan, li Rojava nizanim çi stan… Li her deverê heman rewş ev e. Pêşketinên sedsala 15, 16 û 17’an pêk hatibûn, îro bi saya teknolojiyê di nav salekê de pêk tên. Ji ber vê yekê zimanê Kurdî ketiye bin metirsiya tunebûnê.

Xebat û encamên têkoşîna neteweyî ya Kurdan û sedemên din, hin tiştan ji bo zimanê Kurdî bi ser xwe ve tînin, lê têrê nakin. Trajedî ye ku em bêjin ‘bila her kes zimanê xwe hîn bibe’. Di mijara ziman de em hemû di pozîsyona rexnedayînê de ne. Çawa dikarim zimanê dayika ku 9 mehan min hilgirt û mezin kiriye ji bîr bikim?

Li ser navê xwe dibêjim: Gelek şaredar û siyasetmedarên me hîn tu kar ji bo ziman nekirine. Pêşengên ziman divê li gorî vê yekê tevbigerin. Xwedîderketin divê, lê divê em çi bikin? Êdî pêdivî bi dirûşmên kevin nema ye, ji ber ku naveroka wan hatiye valakirin û tiştek jê nema ye. Loma divê hemû sazî stratejiya xwe ya ziman ava bikin. Bi atolye, panel û fuaran tenê nabe. Divê em di her warî de ji bo Kurdî xwe bi rêxistin bikin. Di bin sîwana şaredariyan de rê û rêbazên afirîner ava bikin û xwe bi rêxistin bikin.

Di serî de ez wek Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê di vî warî de rexnedayîna xwe didim û bang dikim ku em têkoşîna ziman hîn bêhtir gûr bikin.”

Piştî axaftvanan, ji aliyê hevşaredaran ve destegul ji bo axaftvanan hatin diyarkirin û bername bi dawî bû.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Van jî bibîne

 

Li Hatayê Ji Ber Barana Zêde Mal Hilweşiya: Kesekî Jiyana Xwe Ji Dest Da
Xelkê Helebê li dijî biryara Hikumeta Veguhêz daketin qadan

Nûçeyên Sereke