Li Dihokê 4 karker mirin

Nûçe

Li Dihokê 5 karker dema ku di lêkirina avahiyekê de dixebitîn ketin xwarê û 4an ji wan canê xwe ji dest da.

Serokê Sendîkaya Avahîsaziyê ya Dihokê Kîvî Bamernî li ser mijarê ji Rûdawê re diyar kir ku karker di projeyeke nîştecihbûnê de dixebitîn û hemû bi hev re ketine xwarê.

Kîvî Bamernî anî zimên ku di bûyerê de 4 karkeran canê xwe ji dest daye.

Li gorî gotina Bamernî, karker ji Dihokê ne û dema dixebitîn ji ser asansorekê ketine xwarê.

Ji bilindahiya 50 metreyî ketine xwarê

Nûçegihanê Rûdawê Nayîf Remezan ji nêzîkî cihê bûyerê ragihand ku karker ji bilindahiya nêzîkî 50 metreyî ketine xwarê.

Li gorî agahiyên ku Nayîf Remezan dane, ew karker hostayên caman bûn û ev çend roj bûn di wê projeyê de dixebitîn.

Rewşa karkerê birîndar xerab e

Nûçegihanê Rûdawê eşkere kir ku rewşa tenduristiyê ya wî karkerê birîndar jî xerab e û ew niha li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Termên her çar karkeran ji bo kar û barên otopsiyê veguhastine Saziya Tiba Dadî ya Dihokê.

 

/Çawkani: Rûdaw/

Van jî bibîne

 

Li dijî biryara Şamê çalakî tên lidarxistin
DEM Partî: Pêdiviya aştiyê bi hiqûqê heye

Nûçeyên Sereke