Wan: Sempozyuma Kurdiyatê bi mijara ‘Melayê Bateyî û Mîrasa Wî’ tê lidarxistin

Sempozyuma Kurdiyatê ya Navneteweyî dê 14-15ê Gulanê bi mijara “Melayê Bateyî û Mîrasa Wî” li Wana Bakurê Kurdistanê were lidarxistin.

7emîn Sempozyuma Kurdiyatê ya Navneteweyî ya ku her sal ji aliyê Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê ve tê lidarxistin, dê îsal 14-15ê Gulanê li Wanê bi mijara “Melayê Bateyî û Mîrasa wî” bê lidarxistin.

Li gorî daxuyaniya zanîngehê, sempozyum dê li Navenda Çandê ya Prof. Dr. Cengîz Andiçê bê lidarxistin.

Sempozyum dê du rojan bidome û dê di navbera demjimêr 10:00 û 17:30î de li dar be.

/Çawkani: Rûdaw/

Van jî bibîne

 

Şandeya Dayikên Aştiyê serdana partiyên siyasî dike
Serkeftineke Dîrokî ji Kulûba Sporê ya Oz Kayapinar Belediyespor

Nûçeyên Sereke