NÛPEL – Lijneya Parastina Mûzirî (DEDEF), Navenda Lêkolînên Dersimê (DAM), Komeleya Jîngehê ya Mûzirî û gelek komeleyên gundan, li dijî zêdebûna xebatên madenê û talankirina xwezayê ya li Dersîmê, ji bo “Nobeta xweza û Jiyana Zindiyan” a ku dê di 24’ê Gulanê de dest pê bike bang kirin. Saziyan diyar kirin ku cureyên riwekên endemîk ên li geliyên Mircano û Havacorê di bin xetereya tunebûnê de ne û gotin: “Erdnîgarî jiyan e; jiyan tenê bi parastina erdnîgariyê gengaz e.”
Lijneya Parastina Mûzirî (DEDEF), Navenda Lêkolînên Dersîmê (DAM), Komeleya Jîngehê ya Mûzirî, Komeleya Çand û Pişgiriya Puluriyên Dersîmê, Komeleya Gundê Hemzik a Mircano, Komeleya Gundên Xano, Sogutlu û Qisle, Komeleya Gundê Ziyarê, Komeleya Gundê Qîzikê, Komeleya Gundê Boziko, Komeleya Gundên Sinê, Komeleya Gundên Torûta Cêrîne-Toruta Corîne, Komeleya Gundê Havacorê û Komeleya Gundê Bozkira, li dijî zêdebûna xebatên madenê û talankirina xwezayê ya li erdnîgariya Mûzirî daxuyaniyeke hevpar dan.
Saziyan ji bo “Nobeta Xweza û Jiyana Zindiyan” a ku dikeve sala xwe ya sêyemîn û dê di 24’ê Gulanê de dest pê bike, bang li gelê Dersîmê û dostên xwezayê kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Dersîm ji ber projeyên madenê yên ku li 145 xalên cuda têne plankirin an jî tên meşandin, di bin xetereyeke mezin de ye.
Di daxuyaniya hevpar de hat diyarkirin ku polîtîkayên emperyalîst li seranserê cîhanê bi şer û dagirkeriyan berdewam dikin û bal hat kişandin ku li Tirkiyeyê jî talankirina xwezayê bi destê pargîdaniyên navxweyî û navneteweyî tê meşandin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku erdnîgariya Dersîm-Mûzirê ne tenê ji bo mirovan, ji bo hemû cureyên zindiyan qada jiyanê ye û hat gotin: “Wêrana ekolojîk a ku li Îliç, Çiyayên Kazê, Akbelen û gelek herêmên welat qewimiye, wekî wê li Dersîmê jî li ser me tê ferzkirin.”
“DÊ ERDNÎGARIYA DERSİMÊ TUNÊ BIKE”
Di daxuyaniyê de hat bîra mirov xistin ku ev herêm di asta navneteweyî de wekî “Qada Xwezayê ya Girîng” û “Qada Riwekan a Girîng” tê qebûlkirin û hat diyarkirin ku erdnîgariya Mûzirî hewzeyeke jiyana xwezayî ya bi milyonan salan e.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku bi taybetî di salên dawî de li geliyên Mircano û Havacorê, komkirina zêde û bazirganî ya riwekên endemîk ên wekî sîrim, ribês, çirîş, gulberoj, kivark, simaq û cehterî zirarên giran dide xwezayê û hat diyarkirin ku tunebûna van cureyan dê di ekosistemê de encamên ku paşvevegera wan ne gengaz e bîne ziman.
“Ji bo tunekirina zindiyekî çend xulek bes in, lê ji bo ku ew di xwezayê de peyda bibe pêvajoyeke bi milyonan salan hewce dike.”
Bi vê gotinê bang hat kirin ku di serî de sîr, rêwas, çiriş, gulbihar, kivark, kofî û simaq, divê hemû cureyên xwezayî yên li herêmê werin parastin.
Saziyan destnîşan kir ku parastina xwezayê ne tenê berpirsiyariya rêxistinên jîngehê ye, berpirsiyariya her kesê ku li herêmê dijî ye.
Hat diyarkirin ku “Nobeta Xweza û Jiyanê” ya ku ketiye sala xwe ya sêyemîn ne bi armanca qedexekirinê ye; ev nobet tenê ji bo parastina qadên jiyanê yên li geliyên Mircan û Havacorê tê girtin.
Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Erdnîgarî jiyan e; jiyan tenê bi parastina erdnîgariyê gengaz e” û “Dersîm ne tenê ya me ye, paşeroja hemû zindiyên ku li ser dijîn e.”
Çavkanî: Pîrha










