Yekîtiya Ewropayê rewşa Sûriyeyê û mafên Kurdan gotûbêj dike

CîhanNûçe

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallasê ji Rûdawê re ragihand ku ew dê di civîna îro ya wezîrên karên derve yên Yekîtiya Ewropayê de li ser mijara Sûriyeyê û mafên pêkhateyan biaxivin.

Wezîrên karên derve yên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê îro li Brukselê dicivin.

2 ji wan civînan li ser Sûriyeyê ne û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî hevserokê civînan e.

Me ji Kaja Kallasê pirsî: “Gelo hûn dê li gel Esed Şeybanî li ser mijara xwendina bi Kurdî biaxivin?”

Kaja Kallasê di bersiva xwe de got: “Belê, em dê li ser van mijaran jî biaxivin. Ango li ser mijara kêmneteweyan û mafê wan ê perwerdeya bi zimanê dayîkê ya li Sûriyeyê.

Bê guman di çarçoveyeke berfirehtir de em dê li ser hemû pêkhateyên Sûriyeyê biaxivin lê dê mijara Kurdan jî were gotûbêjkirin.”

Yekkirina saziyan û zimanê Kurdî

Pêngavên taybet ên ji bo yekkirina saziyên di bin desthilata Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê de didomin.

Yek ji wan mijarên ku herî zêde nîqaş li ser tê kirin, bikaranîna zimanê Kurdî ya li saziyên Rojavayê Kurdistanê û dibistanan e.

Daxuyaniya tîma serokatiyê

Berdevkê Tîma Serokatiyê ya Sûriyeyê Ehmed Hîlalî 8ê Gulana 2026an ji nûçegihana Rûdawê ya Şamê Solîn Mihemed Emînê re ragihandibû:

“Biryarnameya hejmar 13an a serokatiyê, zimanê Kurdî wekî zimanekî niştimanî qebûl dike.

Li gorî biryarnameyê, destûr tê dayîn ku zimanê Kurdî li dibistanên fermî û taybet were xwendin. Bi taybetî li wan herêmên ku Kurd rêjeyeke berbiçav a nifûsê pêk tînin, ev yek dê di çarçoveya bernameyên xwebexş an jî wekî çalakiyên çandî û perwerdeyî be.”

Wî diyar kir ku Erebî wekî “zimanê fermî yê tenê” yê Sûriyeyê dimîne û wekî “stûneke sereke ya destûr û yasayan” tê dîtin.

Ehmed Hîlalî her wiha destnîşan kir ku yasa ji bo bikaranîna Erebî ya li saziyên fermî, sektora xwendinê û karên yasayî pêbendker e çimkî parastina zimanê Erebî wekî parçeyek ji serweriya dewletê û pergala giştî tê hesibandin.

 

/Çawkani: Rûdaw/

Van jî bibîne

 

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Divê her kes di bin vê sîwanê de cih bigire
Behice Feride Demir: Prens Charles çi dibêje?

Nûçeyên Sereke