NÛPEL – Li Amedê sezona geştiyaran destpê kir lê esnaf dibêjin bazar miriye û kirîn û firotin lewaz e.
Parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê yek ji deverên geştiyariyêye ku her sal bi hezaran kes seredan dikin. Îsal jî bi destpêka biharê re gelek geştiyar tên bajêr û girseyeke mezin li nav Sûrê çêdibe. Esnsnafên Sûrê dibêjin qelebalixiyeke vale heye û bazar miriye.

Şaban Akkal li navenda Sûrê ye û qilifên telefonan difiroş e. Ew ji sîstema welêt û rewşa aborî gilîdar e û got: ‘’Bazar ne zindî ye. Ev qelebalixiya heyî jî vale ye. Tên digerin û nikarin avekî jî bistînin. Ji esnafan re 25 qûrûş berjewendiya wan tine ye. Tenê ji bo cihê xwarin vexwarinê baş e. Aborî binketiye û çûye. Ez niha li vir qilifê telefonan difiroşim. Dema bihayê wê ji bikiran re dibêjim, dibêjin giran e û gilî dikin lê zêde sûdek wê jî nagihêje me. Ev rewşa heyî sûcê sîstemê ye, şêweyê rêveberiya welêt û hemû partiyên niha çalak in jî ji vê berpir sin.’’

Xazî Çinar li bazara Sûrê esnafeke biçûke û bi boyaxkirina solan debara xwe dike. Şakir behsa aboriyê dike û dibêje: ‘’Ez niha nikarim bêjim bazar baş e yan xirab e. Niha ne weke berê ye, jiyan zehmet bûye. Derfet pir in lê aborî nebaş e. Niha qelebalixiyeke zêde li bazarê heye lê vale ye. Ti sûdek wan nîne. Xelk tê digere û feydeyek wan nagihêje me. Niha cihê xwarin, vexwarinê sûdek wan heye ewqas.’’

Husnû Ateş di kafeteryayê de dixebite dibêje yek ji cihên çalak cihên xwarin vexwarinê ne lê cardin jî pirsgirêkên me gelek in. Ateş got: ‘’Her roja ku diçe rewş zehmettir dibe. Fayizên zêde rewşa me xirabtir kiriye. Li ser milê me dibe bar û qezenca me jî dadixe.’’











