WAN (Nûpel) – Li bazara penîr a Wanê 27 cûre pincar têne firotin û li gel pincar penîrê bi giya jî bi gelek cûreyan tê firotin.
Bazara Penîr a Wanê bûye yek ji navendên geştiyariyê ku cûreyên xwirekên xwezayî û yên gûndan lê têne firotin. Li gorî dikandar dibêjin li gel wan 27 cûre pincar û li gor vê cûreyên penîrê bi pincar jî hene.
Gelek geştiyarên biyanî jî serdana vê bazarê dikin û xwarinên herêmî yên bajêr nas dikin.
‘Taştêya Wanê, bi penîrê me navdar e’
Firoşyarê bi navê Mihemed ku cûreyên penîr, pincar û taştê difiroşe dibêje: ‘’Di hinek penîrê me de 5 cûre giya hene. Ev penîrê taybet e ku li vir gelek tê heskirin. Taştêya Wanê jî bi van cûreyên penîr navdar e. Eger penîr nebe dibe taştêyek ji rêzê lê eger hebe dibe taştêya Wanê.’’
Firoşyarê bi navê Abdûllah jî dibêje li gel wan 27 cûre pincar heye û li gorî wê penîrê bi pincar jî heye. Abdullah wiha berdewam kir: ‘’Li vir cûre gelek in û hemû jî ji gûndan tên. Xwirekên me xwezayî ne û bi keda dest hatine komkirin û çêkirin.’’
Geştiyarê bi navê Hekar Dihokî dibêje ew 4 meh carekî tê Wanê û hercara tê jî serdana vê bazarê dike. Hekar got: ‘’Wan bajareke geştiyariyê yê xweş e û gelek xelkê me seredan dikin. Em ji vir gelek hez dikin û tim jî penîrê vir distînin. Bê guman em jê razî ne û gelek xweş e.’’











