NÛPEL – Tê plankirin ku di 14-15’ê Gulanê de li Washingtonê di navbera Îsraîl û Lubnanê de bi rojeva agirbest û ewlehiyê hevdîtin bên kirin. Lêbelê Serokkomarê Lubnanê Joseph Aoun, hevdîtinê bi mercê peymana ewlehiyê û bidawîbûna êrîşên artêşa Îsraîlê ve girê da.
Hate ragihandin ku dora nû ya hevdîtinên di navbera Îsraîl û Lubnanê de dê di 14 û 15’ê Gulanê de li Washington D.C. bê lidarxistin.
Li gorî nûçeya ku AFP û Reutersê dispêrin çavkaniyên nenas, rayedarekî Wezareta Derve ya DYA’yê diyar kir ku dê hevdîtinên navbera Lubnan û Îsraîlê hefteya bê rojên Pêncşem û Înê li Washingtonê werin kirin.
Balyozên Îsraîl û Lubnanê yên DYA’yê beriya niha di 14 û 23’yê Nîsanê de li Washingtonê civiyabûn. Piştî hevdîtina duyemîn a li Qesra Spî, Serokê DYA’yê Donald Trump ragihandibû ku agirbesta ku ji 17’ê Nîsanê vir ve di meriyetê de ye, sê hefteyên din hat dirêjkirin.
Trump her wiha diyar kiribû ku ew li benda hevdîtina Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokkomarê Lubnanê Joseph Aoun e ku di “hefteyên pêş de” werin cem hev.
Lêbelê Joseph Aoun roja Duşemê di daxuyaniyekê de diyar kir ku hevdîtineke muhtemel bi şertê îmzekirina peymana ewlehiyê û “dawîhatina êrîşkariya Îsraîlê” ve girêdayî ye.
Hejmara Kesên Jiyana Xwe Ji Dest Dane Gihîşt 2.727an
Ji aliyê din ve, Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê derbarê hejmara mirî û birîndarên êrîşên Îsraîlê yên piştî 2’yê Adarê de agahî parve kirin.
Li gorî vê yekê, di êrîşên Îsraîlê de heta niha hejmara miriyan gihîştiye 2 hezar û 727an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 8 hezar û 438an.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya duh de ragihandibû ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de ji 2’yê Adarê vir ve 2 hezar û 715 kes hatine kuştin.
Êrîşên Îsraîlê li ser Lubnanê û Agirbest
Artêşa Îsraîlê di 2’yê Adarê de li ser Lubnanê êrîşên hewayî yên dijwar dabûn destpêkirin û gelek bajarokên li başûrê welat dagir kiribûn.
Hikûmeta Lubnanê jî di vê heyamê de eşkere kiribû ku hejmara kesên li welat ji cih û warên xwe bûne ji 1 mîlyonî derbas bûye.
Serokê DYA’yê Donald Trump ragihandibû ku agirbesta demkî ya 10 rojî ya ku di 17’ê Nîsanê de di navbera Lubnan û Îsraîlê de dest pê kiribû, 3 hefteyên din hatiye dirêjkirin.
Tevî agirbestê jî êrîşên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê berdewam dikin û Hizbullah jî bersivdayîna xwe didomîne.
Çavkanî: ÎlkeTv










