Li Amedê bi Dengê Dengbêjan Cejna Zimanê Kurdî Tê Pîrozkirin

AMED (Nûpel) – Bi minasebeta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, li Amedê saziyên ziman û platformên sivîl amadekariya bernameyeke mezin dikin. Di vê çarçoveyê de, li navçeya dîrokî ya Sûrê, li ber Mizgefta Mezin (Ulu Camii) bernameya “Dîwana Dengbêjan” tê lidarxistin.

Dengbêjên Herêmê Tên Cem Hev

Bernameya ku ji aliyê saziyên zimanê kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk ve hatî amadekirin, dê bibe navenda deng û awazên kurdî. Tê payîn ku dengbêjên navdar ji gelek herêmên cuda yên Kurdistanê beşdarî vê dîwanê bibin û bi klamên xwe reseniya zimanê kurdî bidin nîşandan.

Agahiyên Derbarê Bernameyê De

Rêxistinên amadekar bang li hemû gelê Amedê û dildarên zimanê kurdî kirin ku beşdarî vê çalakiyê bibin. Agahiyên dem û cihê bernameyê wiha ne:

Cih: Ber Mizgefta Mezin (Ulu Camii), Sûr / Amed

Dem: Saet 15:00

Mebest: Pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî û parastina çanda dengbêjiyê

“Ziman hebûna me ye; parastina ziman, parastina nasnameyê ye.”

Van jî bibîne

 

Ayhan Erkmen li Wanê jiyana Celadet Elî Bedîrxan vegot
Hêzên Amerîkayê vedigerin nav Fermandariya Operasyonên Hevpar ên Iraqê

Nûçeyên Sereke