AMED (Nûpel) – Li Amedê bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê mîtînga 1ê Gulanê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Di mîtîngê de li dijî kedxwariyê îtiraz hatin kirin û bertek nîşanî budceya ku ji bo şer tê veqetandin hat dayîn. Hat xwestin ku dewlet ji bo çareseriya pirsgrêka Kurd gavan baveje.
Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, bi şîara “Ji bo Civaka Demokratîk bi Kedê Ber bi Azadiyê ve Dimeşin” li Qada Îstasyonê mîtîngek hat lidarxistin.
Rêxistinên ku kortej ava kirin, bi pankartên “Bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî em ê civaka demokratîk ava bikin”, “Ev pergal wiha nemeşe, em ê bi hev re biguherînin”, “Ruhê şoreşgerî yê 1ê Gulanê rêya me ronî dike”, “Keda jinê bi sosyalisma demokratîk azad dibe” dest bi meşê kirin. Girseyê di dema meşê de dirûşmên wekî “Bijî Yekê Gulanê”, “Kar, aştî, nan”, “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin”, “Heq, hiquq, edalet”, “Jin, jiyan, azadî”, “Em karker in, em mafdar in, em ê bi ser bikevin”, “Bijî berxwedana kedkaran” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.
Li ser navê Komîteya Amadekar Anahtar Kaya axivî û destnîşan kir ku ew li dijî bêqîmetkirina kedê û erzanbûna jiyana mirovan têkoşînê mezin dikin. Kaya got:
“Dema em dibêjin ji bo civaka demokratîk bi kedê ber bi azadiyê ve dimeşin, em vîna xwe ya guhertina vê pergalê nîşan didin. Civaka demokratîk; li fabrîkayan, li şaredariyan, li zeviyan û li înşatatan, ango li her derê ku ked lê heye bi têkoşînê ava dibe. Çimkî demokrasî herî zêde li cihê ku ked lê heye wate qezenc dike. Têkoşîna demokrasî û kedê ji hev cuda nînin.”
Kaya, bal kişand ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan a ku di 27ê Sibatê de kiribû û wiha dewam kir: “Perspektîfa çareseriya demokratîk a Birêz Abdullah Ocalan, zemîna azadbûna kedê ye. Çimkî li cihê ku aştî lê hebe, çavkanî ne ji bo şer, ji bo gel têne veqetandin; ne zext, rêxistinbûn mezin dibe; ne xizanî, refah zêde dibe. Em ê aştî û civaka demokratîk bi hev re ava bikin. Civakeke ku ked tê de neyê xwarin û gel tê de wekhev û azad bijîn pêkan e.”
‘Em ê Ji Bo Civaka Komunala Demokratîk Berxwe Bidin’
Karkera Şaredariya Bajarê Nû (Yenişehir) Müzeyyen Sevim jî di destpêka axaftina xwe de kesên ku di 1ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. Sevim got: “Em ji bo bilindkirina dengê kedkaran li vir in. Mafên me têne desteserkirin, ekolojî tê talankirin. Em dibêjin ‘êdî bes e’. Yekîtiya karkeran hêza me ye, azadiya gel e. Em ji bo jiyaneke nû amade ne, ji bo aştiyeke rûmetdar amade ne. Em ê dîrokê bi kedê binivîsînin.”
Sevim bi bal kişandina ser paradîgmaya Abdullah Ocalan got: “Em karker berpirsyariya xwe dizanin û we bi cih bînin. Divê her kes xwedî li vê manîfestoyê derkeve. Em ê ji bo civaka komunala demokratîk berxwe bidin.”
‘Em Ji Desthilatdariyê Gavên Rastgo Li Payî Ne’
Piştre endamê MYK’a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Erdal Karakuş axivî û got: “1ê Gulanê roja vegerandina her tiştê ku ji me hatiye dizîn e.”
Karakuş bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Abdullah Ocalan salek berê ji bo aştî û muzakereya demokratîk bang kiribû. Lê belê di vê demê de gaveke rastgo û realîst nehat avêtin. Aştî têkoşînek e ku li benda kesî namîne. Em li benda gavên berbiçav ên desthilatdariyê ne. Em amade ne ku berpirsyariyê bigirin ser xwe, em alîgirê aştiyê ne û ji bo aştiyê amade ne kedê bidin.”










