Li Erxeniyê “Rojên Pirtûkan” bi Dirûşma “Heta Nexwînin Pêşeroj Ava Nabe” Dest Pê Kir

ERXENÎ (Nûpel) – 2yemîn “Rojên Pirtûkan a Erxeniyê” ku ji aliyê Şaredariya Erxeniyê, Yekitiya Weşangerên Kurd (YEW-KURD) û Şaxa Egîtîm Senê ve tê organîzekirin, li Park Ormanê bi bernameyeke dewlemend dest pê kir. Di çalakiyê de bal hat kişandin ser girîngiya ziman, çand û parastina nasnameyê.

‘Bê Ziman û Çand Pêşeroj Nayê Avakirin’

Di merasîma vekirinê de Hevşaredarê Erxeniyê Şiyar Guldîken axivî û destnîşan kir ku bingeha avakirina pêşerojê bi naskirina paşerojê û xwedîderketina li ziman û çandê pêkan e. Guldîken got:

“Heta em zimanê xwe û çanda xwe nizanibin û nexwînin, tu carî em ê paşeroja xwe jî fêhm nekin û li gorî wê em ê pêşeroja xwe jî nikaribin ava bikin.”

Serra Bûcak: Divê Em Vê Pêvajoyê Veguherînin Fersendekê

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak jî beşdarî bernameyê bû û diyar kir ku çalakiyên çandî û hunerî parçeyên temamker ên têkoşîna civakî ne. Bûcak bal kişand ser çîrokên berxwedanê yên li ser vê axê û daxwaza xwe ya ji bo aştiyeke mayînde anî ziman, xwest ku ev pêvajo bibe fersendeke mezin ji bo civakê.

Banga Ji Bo Zimanê Kurdî

Nûnerê YEW-KURDê Jêhat Rojhilat bal kişand ser dewlemendiya zimanê Kurdî û got ku Kurdî di nav 6 hezar û 500 zimanên cîhanê de di rêza 8emîn de ye. Rojhilat rexne li kesên ku zimanê xwe biçûk dibînin girt û bang li welatiyan kir ku pirtûkên Kurdî bixwînin û xwedî li weşanxaneyên xwe derkevin.

Panel û Gotûbêj: Hiqûq, Aştî û Perwerdehiya Zarokan

Di çarçoveya rojên pirtûkan de gelek panel hatin lidarxistin:

Weşanger Mem Bawer (Weşanên Morî) panelek ji bo zarokan li dar xist û girîngiya xwendina pirtûkan a ji bo zarokên heta 3 salî destnîşan kir da ku zimanê kurdî di binhişê wan de bi cih bibe.

Di panela bi navê “Di pêvajoyên aştiyê de Bingeha Hiqûqî û Hevrûbûna mirovî” de parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Mazlûm Dînç û aktîvîsta TJA’yê Sabahat Tuncel axivîn. Dînç bal kişand ser “Mafê Hêviyê” û biryarên DMMEyê, her wiha destnîşan kir ku ji bo çareseriyê divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û zemîneke demokratîk û zagonî bê avakiririn.

Sabahat Tuncel jî, axaftinek berfireh kir û bal kişand ser “Mafê Hêviyê” yê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Tuncel got: “Hêvî daxwaza herî dawî ya mirovan e; dema hêvî nemîne, gotin jî namîne. Lewma divê em hêviyê her tim zindî bihêlin.

Tuncel di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser kuştin û windabûna jinan a li herêmê. Bi taybetî navên Gulistan Doku, Rojîn Kabaîş û Narîn Guran bi bîr anî û îdîa kir ku di van bûyeran de “sûcekî rêxistinkirî yê dijmirovî” heye. Tuncel destnîşan kir ku ji walî bigire heta rektor û memûran, di van pêvajoyan de berpirsiyariya rayedaran heye.

Eleqeya Gel Zêde Ye

Piştî axaftin û panelan, girseya ku di nav de hevşaredarên navçeyan, nûnerên saziyên sivîl û endamên partiyên siyasî hebûn, serdana standên weşanxaneyan kirin. Hate dîtin ku welatiyên Erxeniyê eleqeyeke mezin nîşanî pirtûkan didin.

2yemîn Rojên Pirtûkan a Erxeniyê dê 3 rojên din jî bi panel, nîqaş û çalakiyên cuda mazûvaniya mêvanên xwe bike.

Dora Nû ya Hevdîtinan di Navbera Îsraîl û Lubnanê de
Doza Rojîn Kabaîşê: Biryara parêzgariyê hat betalkirin

Nûçeyên Sereke