NÛPEL – Şandeyekî bilind a ewlekariyê ya Iraqê bi serokatiya Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Iraqê Qasim Erecî, îro gihîşt parêzgeha Silêmaniyê û ji aliyê Serokê Ajansa Parastin û Zanyariyan Celal Şêx Nacî ve hat pêşwazîkirin.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Şêwirmendiya Ewlekariya Netewî ya Iraqê, armanca vê serdanê di çarçoveya hemahengiya berdewam a di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de ye. Tê çaverêkirin ku şandeya Iraqî li Silêmaniyê bi berpirsên payebilind ên partî, hikûmet û saziyên ewlekariyê re hevdîtinan pêk bîne da ku dosyeyên giring ên ewlekariyê guftûgo bikin.
Lihevkirina ewlehiyê ya Iraq û Îranê li ser maseyê ye
Çavdêr balê dikişînin ser vê yekê ku ev serdan di demekê de ye ku dosyayên ewlehî û sînoran di navbera hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê de bûne mijareke sereke. Yek ji xalên herî girîng ên serdanên Erecî, şopandina cîbicîkirina lihevkirina ewlehiyê ya di navbera Iraq û Îranê de ye. Ev lihevkirin bi taybetî li ser kontrolkirina sînoran û rewşa partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê radiweste.
Ev serdan di demekê de tê ku ji destpêka aloziyên navçeyê ve, gelek caran navend û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê bûne hedefa êrişên rejîma Îranê. Herî dawî jî, tevî hebûna lihevkirinên siyasî yên muhtemel ên di navbera aliyan de, kampa alîgirên partiyekî Rojhilatê Kurdistanê bi balafirên bêmirov hatibû bombebarankirin.
Çavkanî: Rojnews









