NÛPEL – Li gundê Zeytûna yê navçeya Rişmîlê, projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) ya ku dihat xwestin bê çêkirin, di encama berxwedana gundiyan de hat betalkirin.
Li gundê Zeytûna yê ser bi navçeya Rişmîlê ya Mêrdînê, projeya GES’ê ya ku şaredariya di bin rêveberiya AKP’ê de dixwest ava bike, ji aliyê Dadgeha Îdareyê ya 1’emîn a Mêrdînê ve hat betalkirin. Baroya Mêrdînê têkildarî biryara dadgehê li gund daxuyaniyek da çapemeniyê. Endamên Komîsyona Jîngeh û Bajar a Baroya Mêrdînê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Endama Komîsyona Jîngeh û Bajar a Baroya Mêrdînê Derya Yigit Aslan, di daxuyaniyê de diyar kir ku piştî lêkolînên wan ên li qada projeyê, derketiye holê ku proje li gorî usûlê nîn e. Aslan, wiha berdewam kir:
“Ji aliyekî din ve hat dîtin ku proje dê qadên çêrandina heywanan tune bike û zirarê bide ekolojî, cihêrengiya biyolojîk û jiyana heywanên kûvî yên li herêmê. Di dosyaya danasîna projeyê de zerarên ku dê bigihêjin fauna û hevsengiya ekolojîk û tedbîrên parastinê bi temamî nehatine diyarkirin. Ji ber ku kêmasiyên bi vî rengî hatin tespîtkirin û hat dîtin ku îdareyê pêvajoya îlanê li gorî qanûnê nemeşandiye, Dadgeha Îdareyê ya 1’emîn a Mêrdînê doza me qebûl kir. Dadgehê biryara ‘ÇED ne hewce ye’ ya ji bo projeya GES’ê ya bi kapasîteya 1.839 MWm ku li gundê Zeytûna dihat plankirin, betal kir.”
Daxuyani bi çepik û lîlandinan bi dawî bû.
ÇI BÛBÛ?
Gundiyên ku li dijî projeya GES’ê di 7’ê Gulana 2025’an de çalakî li dar xistin, nehêştin kepçe bikevin qada gund. Gundiyên ku li ber kepçeyan rûniştin û rê li ber ketina wan a meraya gund girtin, bi saetan bi sloganên xwe li bendê man. Di encama berxwedana gundiyan de, nûnerên Walîtî, Qeymeqamî û Şaredariyê hevdîtin pêk anîn. Piştî ku daxwazên gundiyan hatin qebûlkirin, kepçe neçar man ku ji herêmê vekişin. Gundiyan jî piştî vekişîna kepçeyan dawî li çalakiya xwe anîn. Berxwedana gundiyan ji wê rojê heta niha berdewam dikir.
Çavkanî: MA










