Li Rihayê Karesata Brûskê: Şivanekî Ciwan Jiyana Xwe Ji Dest Da

Nûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Li navçeya Curnê Reş a Rihayê, ji ber lêdana brûskê şivanê bi navê Şehîd Bucakê 27 salî jiyana xwe ji dest da.

Bûyer, li herêma çoltar a navçeya Curnê Reş qewimî. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Şehîs Bucak (27) dema ku li çolê pezê xwe diçêrand, brûsk bi ser de girt.

Tevî Hemû Midaxaleyan Rizgar Nebû

Piştî ku welatiyên li derdorê hay ji bûyerê bûn, yekser agahî dan navendên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê. Li ser banga welatiyan, tîmên tenduristiyê, polîs û cendirme sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Tîmên hawarçûnê Bucak bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Curnê Reş. Lê belê, tevî hemû hewildanên bijîşkî, şivanê ciwan ji mirinê nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

Hate ragihandin ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

Van jî bibîne

 

Keskîn Bayindir: Heta zemîna qanûnî nebe aştî pêk nayê
DAD: Ji bo rûbirûbûna komkujiyan divê têkoşîna demokratîk were mezin kirin

Nûçeyên Sereke