DAD: Ji bo rûbirûbûna komkujiyan divê têkoşîna demokratîk were mezin kirin

Nûçe

NÛPEL – Komeleya Demokratîk a Elewiyan (DAD), bi boneya salvegera 89’emîn a Komkujiya Dersîmê (4’ê Gulanê – Roza Şayê) daxuyaniyeke nivîskî weşand. DAD’ê bang li desthilatdariyê kir ku bi dîrokê re rûbirû bibe û daxwaz kir ku cihê gorên Sey Rîza û hevalên wî werin eşkere kirin.

Komeleya Demokratîk a Elewiyan (DAD) di daxuyaniya xwe de bal kişand ser giringiya parastina rastiya mirovahiyê û diyar kir ku heke îro ev nirx neyên parastin, dîrok dê nifşên îro mehkûm bike.

‘Pêdiviya gelan bi jiyana bi rîza û îqrar heye’

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku di her serdemê de gelan bi nasname, bawerî û zimanên xwe yên cuda jiyaneke hevpar ava kirine, lê desthilatdaran ji bo domandina talan û tahakkûma xwe gelan li hev sor kirine. DAD’ê destnîşan kir ku li dijî sûcên mirovahiyê yên desthilatdaran, pêdiviya gelan bi civakeke azadîxwaz û wekhev heye û ev yek di taybetmendiya wan a civakî de wekî jiyana “bi Rîza û Îqrar” tê pênase kirin.

Banga rûbirûbûnê û daxwazên DAD’ê

DAD’ê bi boneya “Roza Şayê” di şexsê Sey Rîza, Elîşêr û Ana Zerîfeyê de hemû qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn û daxwazên xwe wiha rêz kirin:

Cihê goran eşkere bikin: Cihê gorên Sey Rîza û pêşengên Dersîmê yên hatine îdam kirin werin eşkere kirin û cenaze radestî malbatên wan werin kirin.

Navê Dersîmê îade bikin: Arşîvên dewletê werin vekirin û navê Dersîmê bi fermî were îade kirin.

Aqûbeta windayan eşkere bikin: Lîsteya sirgûnkiriyan, windayan û zarokên ku bi darê zorê hatine birin û aqûbeta wan were eşkere kirin.

Garantiya destûrî: Mafên civakî werin naskirin û di bin garantiya destûrî de werin parastin.

Siyasetên asîmîlasyonê rawestînin: Siyasetên tundî, asîmîlasyon û koçberkirinê yên ku niha jî berdewam dikin, tavilê werin rawestandin.

DAD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li desthilatdariyê kir ku ji bo “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” gavên samîmî biavêje û daxuyaniya xwe bi dirûşma, “Zeman ne bêxwedî ye, Mekan ne bêriza ye, Mezlum ne bêçare ye!” bi dawî kir.

Çavkanî Pîrha

Van jî bibîne

 

Li Rihayê Karesata Brûskê: Şivanekî Ciwan Jiyana Xwe Ji Dest Da
Bulent Tekin: Aqil, Evîn û Edalet: Hevsengiya ku Civakê Ava Dike

Nûçeyên Sereke