Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder dê di salvegera yekemîn a wefata xwe de li Stenbol û Enqereyê bê bibîranîn.
Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder di 3’yê Gulana 2025’an de ji ber krîza dil li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Bi boneya salvegera yekemîn a wefata Onder dê li Enqere û Stenbolê bîranîn bên lidarxistin.
Bîranîna li Stenbolê dê li Goristana Zîncîrlîkuyuyê bê lidarxistin. Malbata Onder, xizmên wî, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî dê tev li bibin.
ENQERE
Bîranîna li Enqereyê jî dê li Navenda Çand û Hunerê ya Anatoliyayê were lidarxistin. Endamê Şandeya Îmraliyê Mîthat Sancar, Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Mahfûz Guleryuz û Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat dê weke axêver tev li bîranînê bibin.
/Ajansa Mezopotamya/










