Çi bi rojnameger Cotyar Resûl hatiye?

Nûçe

Li îdareya Raperînê ya Silêmaniyê ji doh ve pêwendiya bi rojnamegerê bi navê Cotyar Resûl re hatiye birîn.

Polîsê herêmê diyar kir ku heta niha ti gilî li ser vê mijarê nehatiye tomarkirin û ew ne li cem wan e.

Sendîka û Polîs çi dibêjin?

Ofîsa Raperînê ya Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê doh dest bi şopandina çarenivîsa wî rojnamegerî kir.

Li gorî agahiyên sendîkayê, Cotyar Resûl berî windabûna xwe ji bo amadehîya geşteke malbatî bi awayekî yasayî destûr ji malpera “Paytext Media”yê wergirtiye ku lê wekî nûçegihan dixebite.

Berdevkê Polîsê Raperînê Şoriş Îsmaîl ji Rûdawê re ragihand:

“Ew rojnameger li cem me nehatiye desteserkirin û heta niha li ser windabûna wî ti gilî nehatiye tomarkirin.”

Şoriş Îsmaîl eşkere kir ku divê malbat û xizmên wî gilî tomar bikin da ku polîs dest bi lêkolîn û şopandina fermî bike û anî zimên:

“Eger ev bibe mijareke medyayî, dozgeriya giştî dikare gilî bike.

Her wiha eger malbat gilî neke, Sendîkaya Rojnamegeran dikare bi rêya dozgeriya giştî gavan biavêje.”

Malbata wî dilgiran e

Ji aliyekî din ve, Berdevkê Polîsê Silêmaniyê Arî Letîf ji Rûdawê re ragihand ku kesekî bi wî navî li cem wan nîne û tiştekî wiha li cem wan nehatiye tomarkirin.

Wî destnîşan kir ku divê malbat li cem polîsê herêmê gilî tomar bike.

Fereydûnê birayê Cotyar li ser hûrgiliyên “windabûna” birayê xwe ji Rûdawê re peyivî û got:

“Birayê min roja sêşemê saet 11:00ê nîvro ji malê derket.

Divabû ji bo karê rojnamegeriyê wê rojê saet 16:00ê êvarê li devera Simquliyê be lê neçûye karê xwe.”

Fereydûn amaje pê kir ku Cotyar dê îro bi hevalên xwe re biçûya seyranê lê ji piştî nîvro ve telefona wî lê naxe û ti bersiv nîne û otomobîla wî jî winda ye û li pey çû:

“Me îro li Asayîşa Qeladizê gilî tomar kir. Em çûn Polîsê Qeladizê jî lê wan ji me re got eger heta sibe saet 09:00ê sibehê peyda nebe, wê demê werin gilî tomar bikin.”

Navenda Metroyê: Divê hêzên ewlehiyê daxuyaniyê bidin

Kordînatorê Navenda Metroyê Rehman Xerîb li ser vê mijarê ji Rûdawê re ragihand:

“Dema ku rojnamegerek winda dibe yan êriş li serê tê kirin, divê berî her tiştî hêzên ewlehiyê bipeyitînin ku ew ne li cem wan e.”

Rehman Xerîb daxwaz ji hêzên ewlehiyê yên Raperînê kir ku li ser “windabûna” Cotyar daxuyaniyeke fermî bidin ku ji doh piştî nîvro ve “winda” ye û haya heval û malbata wî jê nîne.

 

/Çawkani: Rûdaw/

Van jî bibîne

 

Karayilan: Pêvajo di pratîkê de ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye rawestandin
Lîga Şampiyonan: Atletico Madrid û Arsenal bi wekhevî ji qadê veqetiyan

Nûçeyên Sereke