Tom Barrack: Ez Gavên Tirkiye û Ermenistanê bi Nirx Dibînim

Nûçe

NÛPEL – Balyozê Enqereyê yê DYAyê Tom Barrack, piştî civîna li Qersê ya ji bo nûjenkirina xeta hesinî ya Qers-Gumruyê, daxuyaniyek da û diyar kir ku ev pêvajo ji bo aştiya herêmî “werçerxanek” e.

Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Tom Barrack, bi daxuyaniyeke fermî piştgirî da xebatên normalîzekirina têkiliyên di navbera Tirkiye û Ermenistanê de. Barrack, avakirina “Koma Xebatê ya Hevbeş” a ji bo nûjenkirin û aktîfkirina xeta hesinî ya Qers-Gumruyê wekî gaveke dîrokî pênase kir.

“Ji Bo Aştiyê Werçerxaneke Giring e”

Barrack di parvekirina xwe ya li ser hesabê medya civakî (X) de bal kişand ser giringiya xeta hesinî û wiha got:

“Îro, ji bo girêdanên herêmî û aştiyê werçerxaneke giring e. Rayedarên Ermenî û Tirk li Qersê hatin ba hev û biryara avakirina koma xebatê ya ji bo nûjenkirina Rêhesina Qers-Gumruyê dan. Ev xet, piştî ku di tîrmeha 1993an de dema dawîn sînor derbas kiribû hatibû girtin. Ev xeteke heyatî ya bazirganî û veguhastinê ye ku zêdetirî sedsalekê herêm bi hev ve girêdabû.”

Peyama “Rêya Trump” û Îstîkrara Herêmî

Balyoz Barrack destnîşan kir ku ev geşedan bi vîzyona Serok Trump a ji bo “Aştî û Refaha Navneteweyî” re li hev dike. Barrack wiha berdewam kir:

Vîzyona Trump: Ev gav, encama vîzyona “Rêya Trump” (Trump Route) û lûtkeya aştiyê ya di 8ê Tebaxê de li Qesra Spî hatibû lidarxistin e.

Têkiliyên Aborî: Ez pêngavên her du welatan ên ji bo ji nû ve girêdana aborî û gelan bi nirx dibînim.

Qafqasyaya Başûr: Li gorî pabendbûna Serok Trump a ji bo îstîkrar û refahê, Qafqasyayeke Başûr a nû, aştiyane û bi hev ve girêdayî şêwe digire.

Berfîn Zenderlîoglu: Şano taktîka ji nû ve hebûnê ye
Serkeftina Karkerên Doruk Madencîlîkê: Kedkarên Madenê Mafên Xwe Girtin

Nûçeyên Sereke