Konferansa ‘komunê’ li Mersînê: Biryarên ku bên girtin belgeya helwesta me ne

Nûçe

MERSÎN (Nûpel) – Mehmet Ruştu Tiryaki di konferansa ku ji aliyê Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a DEM Partiyê ve li Mersînê hat organîzekirin de axivî û got, “Biryarên ku li vir bên girtin, di heman demê de belgeya helwesta me ne.”

Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi şîara “Komun Şaredarî ye, Şaredarî Komun e” li Mersînê konferansek li dar xist. Konferansa ku endamên meclîsa şaredariyan ên Mersîn, Hatay, Edene û Konyayê beşdar bûn, li Koşka Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mersînê hat lidarxistin. Hevberdevkên Berpirsên Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk Mehmet Ruştu Tiryaki û Canan Kebenç Ozkan jî beşdarî konferansê bûn û bername bi rêzgirtinê dest pê kir.

Tiryaki di axaftina vekirina konferansê de diyar kir ku ezmûneke wan a 27 salan a rêveberiyên herêmî heye û got ku ew her du salan carekê konferansên rêveberiyên herêmî li dar dixin. Tiryaki da zanîn ku di konferansan de polîtîkayên partiya xwe yên wekî rêveberiyên herêmî û ekolojiyê diyar dikin û wiha got:

“Em bi rexne û xwerexnekirina tiştên ku di salên borî de me kirine û nekirine, polîtîkayên xwe datînin holê. Biryarên ku li vir bên girtin di heman demê de belgeya helwesta me ne. Piştî konferansên herêmî bi dawî bûn, em ê di 8-9’ê Hezîranê de li Amedê konferansa navendî li dar bixin. Bila ev konferans di serî de ji bo Rêberê Gelê Kurd û azadiya gelê Kurd bibe wesîle.”

Piştî axaftinê, sînevîzyonek li ser dîtinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên derbarê şaredariya komun de hat nîşandan. Konferans paşê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

/Çavkanî: MA/

Van jî bibîne

 

Xembar Farqîn: Felsefeya Zimannasiya Bedirxaniyan
Li Êlihê Beraz Êrişî Welatiyan Kir: 3 Birîndar

Nûçeyên Sereke