Erdogan û Trump bi Telefonê Axivîn

Nûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, piştî hewldana êrişa çekdarî ya li Washingtonê, bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bi telefonê axivî û peyama piştevaniyê da.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê derbarê naveroka peywendiyê de daxuyaniyek belav kir. Li gorî daxuyaniyê, Erdogan ji ber wê êrişa ku di dema xwarina nûçegihanên Koşka Spî de pêk hatibû, ji Trump re daxwaza silametiyê kir.

‘Çalakiyeke Nefretê ye’

Erdogan di peywendiyê de bal kişand ser girîngiya azadiya medyayê û destnîşan kir ku ew vê bûyerê wekî “çalakiyeke nefretê” ya li dijî demokrasî û azadiya çapemeniyê dibîne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Erdogan ji bo karmendê ewlehiyê yê ku di dema êrişê de birîndar bûye jî daxwaza şîfaya bi lez kiriye. Tê payîn ku ev peywendî bandoreke erênî li ser têkiliyên her du welatan bike ku di van demên dawî de bi gelek mijarên dîplomatîk di rojevê de ne.

 

Van jî bibîne

 

Trump: ‘Ez Ne Tecawizkar û Ne Jî Pedofîlî me’
Li Klotenê Şehîdên Rojhilatê Kurdistanê Hatin Bibîranîn

Nûçeyên Sereke