Li Klotenê Şehîdên Rojhilatê Kurdistanê Hatin Bibîranîn

Nûçe

NÛPEL – Li bajarê Kloten ê kantona Zurihê ya Swîsreyê, ji bo bîranîna qurbaniyên êrişên Komara Îslamî ya Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê, merasîmeke bi heybet hat lidarxistin. Di bîranînê de peyamên xurt ên ji bo yekitiya neteweyî û piştevaniya gelê Kurd derketin pêş.

Merasîma bîranînê li navenda Komaleta Rojava bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, saziyên Kurd ên li Swîsreyê û giriseyek mezin a gel birêve çû.

Yekitiya Hêzên Siyasî: Êriş li Dijî Aramiyê ne

Di merasîmê de nûnerên PJAK, PDK-Î, PAK, Sazmanî Xebat û Komala amade bûn. Bername bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Beşdaran li ber sirûda “Ey Şehîdan” a Koma Rojhilat, kulîlk danîn ser wêneyên kesên di êrişan de jiyana xwe ji dest dane.

Daxuyaniya hevpar a Tifaqa Hêzên Siyasî yên Rojhilat ji aliyê Îdrîs Mûradî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser van xalên girîng:

Şermezarkirina Êrişan: Êrişên Îranê yên bi mûşek û balafirên bêmirov (SÎHA) bi tundî hatin şermezarkirin.

Binpêkirina Hiqûqê: Hat diyarkirin ku Îranê serweriya xaka Iraqê binpê kiriye û di van êrişên dawî de 21 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hedefgirtina Sivîlan: Rexne li bêdengiya navneteweyî hatin girtin û hat destnîşankirin ku Îran bi zanebûn qadên sivîl û kampên penaberên siyasî hedef digre da ku aramiya herêmê xira bike.

Bi Helbest û Muzîkê bi Dawî Bû

Piştî axaftinan, helbestvan Amancî Ezîzkendî û Rehmanî Mehmûdî helbestên xwe yên li ser berxwedan û şehîdan xwendin. Merasîm bi stran û merşên Koma Rojhilat bi dawî bû.

/Çavkanî: Rojnews/

Van jî bibîne

 

Erdogan û Trump bi Telefonê Axivîn
Derbi bi Rengê Galatasarayê: 3 Gol, 3 Puan!

Nûçeyên Sereke