Hevpeyvîn Li Ser Fanzîna Ronî’stan û Koma Xwendinê a Arnavutkoyê

HevpeyvînNûçe

Ciwan nebin nebin fikir û xeyal pir naçin pêş, li me peyda dibin pir derd û êş. Bi xêra ciwana ye bawerî, fikir û xeyal pêş dikevin û ji bo pêşerojê tovên xewn û xeyalan têne çandin.

Mihyedîn Nahrîn

Şikir ji Xwedê re di nava me de jî ciwanên bi xîret û xwedî doza ziman… hene û ji bo pêşketina xwendin, ziman û çanda me xebatên hêja dikin. Ew ciwanên ez behs dikim li navçeya Arnavutkoyê Koma Xwendinê a Arnavutkoyê avakiribûn. Niha jî dîsa ketin nav xewn û xeyalên xwe û ji bo pêşerojê gavek mezintir avêtin: bi navê Ronî’stan hejmara ewil ya fanzîna xwe derxistin. Hêvî dikim Ronî’stan pêşîya ciwan û civaka me ronî bike û ji bo pêşeroja me bibe mektebek bo nivîskarên ciwan.

Me xwest em wan ji nêz ve nas bikin û wan bidin naskirin. Me li ser navê koma xwendinê û Ronî’stanê pirsên xwe ji YZ Bakur kirin û wî jî bersiv da pirsên me.

Koma Xwendinê ya Arnavutkoyê kengî û çawa hate avakirin? Tu dikarî ji me re behsa çîroka wê bikî?

Koma Xwendinê A Arnavutkoy, di 15ê Îlona 2023an da bi şîyara: “Em wekî Koma Xwendinê a Arnavutkoyê dest bi şêwrên xwe yên rû bi rû dikin û dixwazin li navçeya Arnavutkoyê da xwendeyên kurdî bînin gel hev û bidin nasîn. Û vê xeleka xwe jî berfirehtir bikin. Hemî xwendeyên kurdî yên li Stenbol-Arnavutkoyê dikarin tevlî me bibin. Em ê her li pey wesîyeta kurdîzanê mezin û bavê roman kurdî Ereb Şemo bimeşin: “Xwendin, Xwendin dîsan Xwendin.”

Koma we ji çend kesan pêk tê? Kesên bixwazin tevlî civat/şewrên we bibin divê çi bikin?

Koma me ji 9 kesan pêk tê. Carna hejmara heta dibe 13-14 kes lê niha 9 kes berdewam tevli şêwrên xwendinê dibin. Me di pirsa ewil got; şêwrên me rû bi rûne, ji ber wê divê kesên li Navçeya Arnavutkoy/Stenbolê ne dikarin tevli me bibin. Wekî hûn jî dizanin li Stenbolê çûn hatin zehmet e, em jî dixwazin ji navçê din kesên dixwazin tevli me bibin werin lêbelê berdewamî çênabe.

Hûn civatên xwe rûbirû dikin. Di civatan de hûn dikarin li ser medya civakî weşanên zindî jî bikin. Însanên nikaribin rûbirû tevlî bibin dê bi rêya onlîne bikaribin tevlî civatê bibin. Li ser vê yekê plan û projeyên we hene?

Na nexêr, li ser vê mijare plansazîyeke me tune ye. Em dixwazin li ser esasê rû bi rû berdwam bikin û ji bo kesên din jî pêşnîyara me ew e ku; divê her kes li navçe û bajarên xwe hewldana avakirina komên xwendinê bike. Dûra wekî komên xwendinê em dikarin hin projeyên hevpar çêbikin.

Di civatên koma xwendinê de hûn nivîskaran jî dikin mêvan? Di nava planên we de kîjan pirtûk û nivîskar hene?

Belê, me heta niha çend nivîskar kirine mêvan. Wekî; Mihyedîn Nahrîn, 

Mihemed Sîpkan, Guljîn Kaya (online). Em dixwazin bêtir nivîskar tevli me bibin lê mixabin derfetên me têra wê nake. Ji bela ku em civînên xwe li kafeyan li dar dixin û cîyê me tune ye. Niha em bo cî dixebitin û dixwazin ji bo xebatên koma xwendinê cî peyda bikin. Ew jî nê hêsan e, van salên dawî kirê jî pir biha bûne. Ji xeynî mêvandarîya nivîskaran hin planên me yên din jî hene, heger em karibin cî eyar bikin wê hin çalakîyên din jî çêbibin.

Ser xêrê be li ser navê komê we hejmara ewil ya Ronî’stanê derxist. Hêvî dikim mîna Nûbihar û Hawarê ji nivîskarên nû re bibe mektebek. Tu dikarî ji me re behsa avakirina çîroka fanzînê bikî? Fikir çawa derket meydanê?

Gelek spas bo dilsozîya we. Celadet di Hawarê da dibêje: “Lewma ku ziman şerta heyînê a pêşîn e.” Xwendin û Nivîs. Me roja ku koma xwendinê avakir, ew fikra bi me ra çêbû lê ne wekî fanzîn. Me digot em dikarin çi bikin ku xebatên xwe bi awayekî din bigihînin raya giştî. Dûra em li ser fikra kovarê rawestîyan lêbelê kovar pir zêde cidî û xebateke zehmet bû bo me.

Dûra me Fanzîna Bêhnokê naskir û têkilîyên me li gel wan çêbûn. Ew xebat bo me bû mînak, em jî li ser fanzînê xebitîn û Fanzîna Ronî’stan derket. We behsa Hawar û Nûbiharê kir, ew kovar bo me kurdan bibû disbistan. Em jî dixwazin Ronî’stan bi xebat û şêwaza xwe bo ciwanan rêveker bibe. Ciwanan teşwîqê nivîsê bike û wekî dibistan rola xwe bileyze.

Di hejmara ewilî de çend nivîskar cî girtine? Ji alîyên nivîskaran ve bêtir kîjan cureyê nivîsê hatîye bijartin?

Di hejmara ewil 13 nivîskar hene. Yek ji wan ChatGPT ye. Me jê pirsî; Divê Kurd bo kurdî, hişê çêkirî (AI) çawa bi kar bînin?” Min dixwest bersiva wê bi we ra parve bikim lê divê em zêde spolire nedin. Me bêtir li ser edebîyatê û mijarên entellektuelî nivîsîye. Hin hevalên me wêne xêzkirin. Li ser Komara Kurdistanê Qazî Mihemed jî nivîsarek heye. Me bo zarokan jî nav pêşnîyar kirin. Van salî dawî pir zêde bo zarokan navên kurdî dipirsin, me jî xwest em hin navên kurdî pêşnîyar bikin.

Mirov çawa û ji ku derê dikarin xwe bighînin Ronî’stanê?

Kesên ku li navçeya Arnavutkoy/Stenbolê dikarin yekser ji hevalên koma me peyda bikin. Wekî din li navenda Arnavutkoy kafeya ku em şêwr û civînên xwe li dar dixin; ya Arkadaş Kitap Kafe yê jî fanzîna Ronî’stan dikarin peyda bikin. Bo kesên Stenbolê dikarin ji Medya Kitabevi/Pirtûkxaneya Medyayê peyda bikin. Ji bo Bakurê Kurdistan jî hê xebata me didomin, em ê hewl bidin fanzîna me li wir jî bê peydakirin.

Nivîskar çawa dikarin nivîsên xwe ji we re bişînin? Krîterên we yê nivîsê çi ne?

Bi rêka Gmail ê ji me ra dikarin bişînin: komaxwendinearnavutkoy@gmail.com 

Şerta me; divê kesên li Navçeya Arnavutkoy û Stenbolê dikarin bo me nivîsên xwe bişînin.

Van jî bibîne

 

Erdogan Êrişa li Ser Trump Şermezar Kir
Çîgdem Kiliçgun Uçar: ‘Bêyî hiqûqa navxweyî, em nikarin bi dewletê re bikevin nîqaşê’

Nûçeyên Sereke