Çîgdem Kiliçgun Uçar: ‘Bêyî hiqûqa navxweyî, em nikarin bi dewletê re bikevin nîqaşê’

Nûçe

AMED (Nûpel) – Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar, di “Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk” de destnîşan kir ku heta Kurd hiqûqa xwe ya navxweyî ava nekin, nikarin bi dewletê re nîqaşeke hiqûqî bimeşînin. Beşdarên din ên konferansê jî bal kişandin ser girîngiya lezgîn a yekîtiya neteweyî.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Halîm Îpek, Ohannas Gafur Ohannian û Doktor Xelîl beşdarî Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bûn. Konferans bi dirûşma “Kurdên Bakur yekîtiya xwe ya neteweyî nîqaş dikin” hat lidarxistin. Uçar û axêverên din li ser geşedanên di rojevê de û girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurdan nirxandinên girîng kirin.

‘Zimanê me rûmeta me ye’

Uçar di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî û wiha got: “Em deyndarê tevgera azadiyê ne ku îro em bi zimanê xwe diaxivin. Dewlet û îktîdarê zimanê me bin ax kiribû; lê berxwedan û têkoşîna me nîşan da ku zimanê me nirxê me ye. Dema em bi Tirkî diaxivin, em xwe kêm hîs dikin; ev ziman divê jiyana xwe bidomîne.”

‘Heke yekîtî ne demokratîk be, serkeftin pêk nayê’

Uçar diyar kir ku têkoşîna wan bûye bendek ji bo parastina yekîtiya Kurdan û wiha pê de çû: “Divê yekîtî hemû aliyan hembêz bike. Heke yekîtî ne demokratîk be, serkeftin pêkan nîne. Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de bangek kir û got; ‘Me tiştekî mezin bi dest xist. Êdî kes nikare bêje Kurd û zimanê wan tune ne. Me înkar ji holê rakir, êdî rêya me rêya azadiyê ye.’ Heta gelê Kurd ê di bin zextên dewletê de azad nebe, gelên din jî azad nabin.”

‘Pêwîstiya me bi hiqûqa navxweyî heye’

Uçar destnîşan kir ku şerê li Bakurê Kurdistanê şerê înkar û asîmîlasyonê ye û bal kişand ser girîngiya avakirina hiqûqa Kurdan: “Dewlet hîn jî me nas nake. Em di hiqûqa dewletê de tune ne, lewma em tên girtin û ji axa xwe tên derxistin. Lê ji bilî hiqûqa dewletê, hiqûqeke din ji me re lazim e: Hiqûqa navxweyî ya Kurdan. Heke em di nava xwe de hiqûqeke demokratîk ava nekin, em nikarin bi dewletê re jî nîqaşeke hiqûqî bimeşînin.”

‘Mînaka herî mezin Rojava ye’

Uçar mînaka berxwedana Rojava da û got: “Me li Rojava dît ku yekîtiya demokratîk çi ye. Kesî negot fikrê min ev e, her kesî bi hev re Rojava parast. Rojava peyamek da me; divê yekîtiya Kurdan ji niha pê ve hîn qahîmtir be. Heke em nebin yek, dê lîstikên li ser me zêde bibin.”

‘Rêberiya vê têkoşînê Birêz Ocalan dike’

Uçar di dawiya axaftina xwe de bang kir ku dewlet bi raboriyê re rûbirû bibe û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Me her tişt dît, lê me tenê azadî nedît. Niha di têkoşîna azadiyê de tevgera Kurd û Birêz Ocalan rêbertiyê dikin. Her kesê ku paradigmaya Birêz Ocalan qebûl dike, di heman demê de rêbertiya vê têkoşînê jî dike. Bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê demokrasî û aştiyê ava bikin.”

‘Bêyî yekîtiyê dê qirkirin dubare bibin’

Piştî axaftina Uçar, beşdarên din ên konferansê jî dîtinên xwe parve kirin:

Halîm Îpek: Da zanîn ku ji Peymana Qesrî Şîrîn heta roja îro yekîtî derdê sereke ye û got: “Yekîtî di nava gelê Kurd de heye û gel vê helwestê nîşan dide. Lê partiyên siyasî yên Kurd nayên cem hev. Divê partiyên siyasî bi berpirsyarî tevbigerin.”

Ohannas Gafur Ohannian: Bal kişand ser Komkujiya Ermenan û got: “Milyonek û nîv Ermenî li ser vê axê hatin qetilkirin û koçberkirin. Ev gelê qedîm îro li ber tunebûnê ye. Heke yekîtiya neteweyî pêk neyê, wekî berê dê dîsa me bi hev bidin qirkirin.”

Doktor Xelîl: Destnîşan kir ku her çiqas serkeftin nêzîk dibe, astengî jî ewqas zêde dibin. Wî diyar kir ku welatê Kurdan Kurdistan e û got: “Heke em yekîtiya xwe ava nekin, dê dîsa bi milyonan mirov bimirin. Ji bo vê yekê, mîsoger e ku em yekîtiya xwe ava bikin.”

Piştî nîşandana sînevîzyonê, konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

/Çavkanî: AW/

Hevpeyvîn Li Ser Fanzîna Ronî’stan û Koma Xwendinê a Arnavutkoyê
Kelecana Şampiyoniyê li Amedê: Amedspor li Dijî Bodrumsporê Derdikeve Qadê

Nûçeyên Sereke