NÛPEL – Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê û Parlamenterê Amedê Sezgin Tanrikulu diyar kir ku divê wezîfeya yekemîn a Serokatiya Daîreya Lêkolîna Sûcên Kiryarên Wan Nadiyar (Faili Meçhul) ku di bin banê Wezareta Dadê de hatî avakirin, dosyaya Vedat Aydin be. Tanrikulu got: “Divê dosyaya Vedat Aydin bibe xala destpêkê ya vê pêvajoyê.”
Serokatiya Daîreya Lêkolîna Sûcên Faili Meçhul ku di bin banê Wezareta Dadê de hat avakirin, ji roja ewil ve bi daxuyaniyên nakok ên Wezîrê Dadê Akin Gurlek ket rojevê. Gurlek di 21’ê Nîsanê de gotibû “hemû dosya dê ji nû ve werin lêkolîn kirin”, lê piştî demeke kurt daxuyaniya xwe wekî “hinek dosya” guherand. Ev yek bû sedema pirsên wekî; ka dê kîjan dosya li gorî kîjan pîvanan werin girtin û gelo ev gav rûbirûbûneke rastîn e yan lêkolîneke sînorkirî û bijartî ye.
Sezgin Tanrikulu ku berê li ser vê mijarê pêşniyarpirseke dabo Meclisê, nirxandinên nû kirin. Tanrikulu bal kişand ser nezelaliya dosyayan û diyar kir ku dê di heyama pêş de diyar bibe ka ev hewldan îradeyeke rûbirûbûna rastî hildigire yan na.
GAVEKE GIRÎNG
Tanrikulu destnîşan kir ku heger ev daîre bibe sedema lêkolînkirina binpêkirinên mafên mirovan ên salên 1980 û 1990’î, wê demê girîng e û wiha berdewam kir: “Lê ez vê bibêjim; kuştinên kiryarên wan nadiyar û windakirina bi darê zorê, sûcên herî giran ên li dijî mirovahiyê ne. Di vî hawirdorî de hebûna îradeyeke siyasî ya AKP’ê ji bo min ne pir realîst e. Lewra em behsa desthilatdariyekê dikin ku îro bi xwe binpêkirinên herî giran ên mafên mirovan dike.”
‘DOSYA TUŞÎ ZAMANAŞIMÊ BÛN’
Tanrikulu anî ziman ku di dosyaya Gulistan Doku de derket holê ku têkiliyên dewletê bi xirabî hatine bikaranîn û got: “Di salên 90’î û 80’î de kuştinên bi biryara ‘dewleta kûr’ pêk hatine hene. Wê çaxê AKP tune bû, lê di dema AKP’ê de neçûn ser van dosyayan. Berevajî vê, dozên hatine vekirin bi zamanaşimê (borîna demê) hatin girtin.”
‘EM Ê DI VÊ HEYAMÊ DE TEST BIKIN’
Tanrikulu daxuyaniyên Wezîr Gurlek rexne kir û got: “Wezîrê Dadê di navbera kuştinên faili meçhul de dê çawa polînasyonekê bike? Li gorî çi û dê herin ser çi? Wezîr bi xwe dema dadger bû, îmze avêtibû bin gelek binpêkirinên mafan. Lewma pêvajoya pêşiya me dê bibe heyama testkirina vê yekê.”
MA ÎRADEYA RÛBIRÛBÛNA RABIRDÛYÊ HEYE?
Tanrikulu bal kişand ser xebatên saziyên wekî ÎHD, TÎHV û Baroya Amedê û pirsî: “Gelo hûn ê alîkariyê ji van saziyan bixwazin? Paqijkirina gundan, şewitandina wan û windakirinên bi komî hene. Ji bo çareseriya pirsê Kurd, gelo îradeyeke rûbirûbûna rabirdûyê heye yan na? Em ê vê test bikin.”
‘KIRYAR HATIN PARASTIN, NEHATIN DARIZANDIN’
Tanrikulu mînaka Tahir Elçi, Gulistan Doku, Rojin Kabaiş û Rabia Naz da û got: “Lê meseleya esasî binpêkirinên giran ên salên 80-90 û destpêka 2000’î ne. Mesela hûn ê ji bo Serdar Tanış û Ebubekir Deniz çi bikin? Yan jî Vedat Aydin; ew yekemînê faili meçhulan e. Ji mala xwe hat girtin, yên ku ew birin diyar in. Lê kiryar hatin parastin. Berî her tiştî ji Vedat Aydin dest pê bikin.”
‘DOZ JI BO PARASTINA GUMANBARAN HATIN VEGUHASTIN’
Tanrikulu diyar kir ku di dema AKP’ê de ji bo parastina gumanbaran, doz ji bajarên ku sûc lê hatine kirin hatin veguhastin û wiha got: “Dosyaya Licê şandin Îzmirê, ya JÎTEM’ê şandin Enqereyê, ya Pasûr û Yuksekovayê şandin bajarên wekî Çorum, Eskişehir û Samsunê. Ev ne biryarên dadwerî, biryarên siyasî bûn.”
‘LI RAPORÊN MECLISÊ BINÊRIN’
Tanrikulu bang li Wezareta Dadê kir ku raporên Komîsyona Lêkolîna Siyasal a Faili Meçhul, Rapora Susurlukê û raporên gundên hatine valakirin ên di bin banê Meclisê de ne, hildin dest û li gorî wan gavan biavêjin.
ERDOGAN SOZ DABÛ
Tanrikulu bi bîr xist ku Serokomar Erdogan li Dolmabahçeyê bi Dayikên Şemiyê re hevdîtin kiribû û wiha bi dawî kir: “Erdogan soz dabû Berfo Ana û gotibû ’em ê qatilan bibînin’. Çi bû? Berfo Ana mir lê ahê wê li ser wan e. Niha di nav AKP’ê de îradeyeke ku bi rastî biçe ser kiryaran tune ye.”
/Çavkanî: MA/









