Trump piştî hewla kuştinê: “Ew êriş li ser Destûra Amerîkayê bû”

CîhanNûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Serokê Amerîkayê Donald Trump, derbarê hewla kuştinê ya ku li Otela Hilton a Washingtonê li dijî wî pêk hat, hûrgiliyên nû ji raya giştî re eşkere kirin. Trump di kongreyeke rojnamegeriyê de ragihand ku ev êriş ne tenê li ser kesê wî, belkî “êrişek li ser Destûra Bingehîn a Amerîkayê” bûye.

Trump eşkere kir ku êrişkar li xaleke kontrolê ya ewlehiyê bi gelek çekan êriş pêk aniye. Di encama pevçûnê de efserê Dezgeha Veşartî (Secret Service) ji mesafeyeke nêzîk ve bi giranî birîndar bûye. Trump derbarê tendurustiya efser de got: “Min bi wî re axivî, ew baş e. Êlegê wî yê pola jiyana wî rizgar kiriye.”

Serokê Amerîkayê diyar kir ku ji bo şefafiyetê wî ferman daye ku dîmenên kêliya êrişê û desteserkirina gumanbar li ser platforma Truth Social werin weşandin. Hat ragihandin ku gumanbar xelkê Kalîforniyayê ye û lêpirsîna wî berdewam dike.

Di dema bûyerê de dema ku dengê guleyan hat bihîstin, efserên ewlehiyê bi çekên kişandî dora Trump girtin û ew bi lez ji sehnê dûr xistin. Di nava holê de ku mêvanên payebilind ên mîna Robert Kennedy Jr. û Mehmet Oz amade bûn, panîkek mezin çêbû û mêvanan xwe li bin maseyan veşartin. Mehmet Oz têkildarî bûyerê got: “Gule ji qata jorîn hatin.”

Li ser pirsa gelo peywendiya vê êrişê bi Îranê re heye yan na, Trump got: “Ez bawer nakim têkiliya Îranê pê re hebe, lê lêpirsîn didomin.” Lê belê, Trump piştî vê bûyerê geşta şandeya xwe ya ji bo Pakistanê ku biryar bû bi Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re bicivin, betal kir. Trump diyar kir ku ew di vê qonaxê de ji bo danûstandinên bi Tehranê re “ne bi heyecan e.”

Bûyer li Otela Washington Hilton qewimî, ku ev der di dîroka Amerîkayê de xwedî cihekî taybet e. Beriya 45 salan, di sala 1981ê de, Serok Ronald Reagan jî li heman cihî rastî hewleke kuştinê hatibû.

Seroka Meksîkayê Claudia Sheinbaum di nav serokên cîhanê de yekem bû ku bertek nîşan da û got: “Tundî ti carî nabe rê. Cihê kêfxweşiyê ye ku Serok Trump û hevjîna wî saxlem in.”

Tevî vê metirsiya mezin a ewlehiyê, Donald Trump ragihand ku ew plan dike di nav mehekê de careke din heman ahengê li dar bixe.

Van jî bibîne

 

Peyamên Ocalan li ser Yekîtiya Neteweyî…
Li Çewlîgê Erdheja Bi Hêza 4,4 Pileyan

Nûçeyên Sereke