NÛPEL – Piştî sê mehan agahî ji rojnamevana Alman Eva Maria Michelmann hat girtin. Hat piştrastkirin ku Michelmann li girtîgeheke Helebê ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve tê girtin.
Piştî hewildanên dîplomatîk ên Wezareta Karên Derve ya Almanyayê, cihê rojnamevana Alman Eva Maria Michelmann hat diyarkirin. Michelmann a ku sê meh bûn li Sûriyeyê winda bû, derket holê ku di girtîgeheke li Helebê de tê girtin.
Piştgiriya Konsolosxaneyê Dest Pê Kir
Wezareta Karên Derve ya Almanyayê roja pêncşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku di encama hewildanên astbilind û bi rêya kanalên cuda de, wan xwe gihandiye Michelmann. Wezaretê ragihand ku ji bo rojnamevanê xebatên piştgiriya konsolosxaneyê dest pê kirine.
Parêzerê Malbatê: “Rewşa wê ya tenduristiyê cihê fikaran e”
Her çend Wezareta Karên Derve cihê girtina wê bi fermî eşkere nekiribe jî, parêzerê malbatê Roland Meister agahiyên girîng parve kirin. Meister destnîşan kir ku nûnerên Balyozxaneya Almanyayê roja pêncşemê li girtîgehê serdana Michelmann kirine û wiha got:
“Bi vê serdanê re hat piştrastkirin ku ew zêdetirî sê mehan e ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve di bin çavan de tê girtin.”
Parêzer Meister anî ziman ku ji ber şert û mercên girtîgehê û binpêkirinên mafên mirovan, ew ji tenduristiya Michelmann nîgiran in. Her wiha hat diyarkirin ku ji ber biryara “veşartîbûnê”, hûrguliyên hevdîtinê nehatine eşkere kirin.
Xebatên Balyozxaneyan Berdewam Dikîn
Hate ragihandin ku balyozxaneyên Almanyayê yên li Beyrût û Şamê ji bo azadkirin û şopandina rewşa Eva Maria Michelmann xebatên xwe bi baldarî didomînin.
/Çavkanî: Evrensel/










