NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku wî hevdîtinên bi Îranê re bi awayekî yekalî betal kirine û destnîşan kir ku “hemû kart di destê me de ne.”
Di dema ku dihat hêvîkirin heyeta Amerîkayê ji bo muzakereyên agirbestê li Îslamaabadê bi rayedarên Îranî re rûnê, daxuyaniyeke tund ji Washingtonê hat. Serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku wî serdana Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn Steve Witkoff û zavayê xwe Jared Kushner a ji bo Pakistanê betal kiriye.
“Hemû kart di destê me de ne”
Trump di daxuyaniya xwe ya ji bo FOX Newsê de diyar kir ku hewce nake ekîba wî ji bo hevdîtineke bêencam 18 saetan rêwîtiya asmanî bike. Trump wiha got:
“Min ji ekîba xwe re got; hemû kart di destê me de ne. Kengê bixwazin dikarin li me bigerin. Êdî hûn ji bo ku rûnên û tu tiştî neaxivin, 18 saetan nafirin. Min ev serdan bi awayekî yekalî betal kir.”
Îran: Ger êrîş bikin, em ê wan hîn tundtir ceza bikin
Piştî gava Trump, ji aliyê Îranê ve bersiveke tund hat. Fermandariya Biryargeha Navendî ya Hatemul Enbiya ya Supaya Pasdarên Îranê hişyarî da DYA’yê û ragihand:
“Ger artêşa êrîşkar a DYA’yê li herêmê dest bi dorpêçkirin û talankeriyê bike, bila piştrast bin ku hêzên çekdar ên Îranê dê bersiveke pir tund bidin. Ger dijminên Siyonîst û Amerîkî careke din êrîş bikin, em ê zirarên hîn girantir bidin wan.”
Muzakere bûn çîroka maran
Her çend Koşka Spî berê ragihandibû ku dê Kushner û Witkoff li Îslamaabadê bi aliyê Îranî re bicivin jî, ev pêvajo niha ketiye nav nezelaliyekê. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Araqçî, piştî hevdîtinên xwe yên bi Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf re, bêyî ku bi Amerîkayê re rûnê ji Îslamaabadê veqetiya.
Li gorî çavkaniyên herêmî, heyeta Îranî beriya ku welat biterikîne, lîsteyek ji daxwazên xwe yên fermî ji bo bidawîkirina şer pêşkêşî rayedarên Pakistanî kiriye. Tê payîn ku Araqçî di dema pêş de serdana Oman û Rûsyayê jî bike.










