Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), bi munasebeta 22’yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurd li navçeya Sûrê li kafeyek hevdîtin li dar xist.
Seroka MGK’ê Roza Metîne, diyar kir ku rojnamegeriya Kurdî mîrateya 128 salan e û ev tişt got: “Rojnamegeriya Kurdî bi weşandina rojnameya Kurdistanê ya ji aliyê Mîqtad Mîthed Bedirxan ve ya di 22’yê Nîsana 1898’an de derket ser dika dîrokî. Ev dîrok ne tenê destpêka weşandina rojnameyekê, di heman demê de îradeya gel a bi dengê xwe li dijî înkar, sansur û zilmê biaxive jî nîşan dide. Rojnamegeriya Kurdî di gava xwe ya yekem de bi sirgûniyê re rû bi rû ma; lêbelê, tevî 128 sal derbas bûne jî, rojnamegeriya Kurdî dev ji wê israra xwe ya nivîsandina rastiyê bernedaye.”
‘EV REWŞ NE TESADUF E’
Îro, rojnamegeriya Kurdî hîn jî bi girtin, zexta dadwerî, sansur, sînordarkirinên gihîştinê, dorpêça aborî û êrişên dîjîtal re rû bi rû ye. Rojnameger dema nûçeyan dişopînin dibin hedef. Hesabên medyaya dîjîtal tên astengkirin, naveroka nûçeyan tên astengkirin. Ev jî êrişek aşkera ya li ser mafê raya giştî yê gihîştina agahdariya rast in. Kûrbûna sansura dîjîtal a li dijî rojnameger û dezgehên nûçeyan, dewamiya pratîkên mafê darizandinek adil a di dozên çapemeniyê de têk dibin û zextên sîstematîk ên li ser dezgehên medyayê yên ne nêzî hikûmetê, di raporên dawî yên rêxistinên çapemeniya azad û navneteweyî de jî aşkera tên xuyakirin. Ev rewş ne tesaduf e. Zextên li ser rojnamegeriya Kurdî beşek ji polîtîkayeke bêdengkirina rastiyê û girtina civakê ya di tariyê de ye. Ji ber ku nivîsandina rastiyê polîtîkayên şer, pratîkên dijminatiya li dijî jinan, xizaniyê, wêrankirina ekolojîk û cudakariya li dijî gelan aşkera dike. Ev e tiştê ku pergalên zordar herî zêde pê aciz dibin.
‘LI DIJÎ MEDYAYA SERDEST A MÊRAN XETEKE ALTERNATÎF’
Lê rojnamegerên jin di vê qada zordar de di bin dorpêçeke pir girantir û piralîtir de dixebitin. Ji aliyekî ve, ji ber çalakiyên xwe yên rojnamegeriyê dibin hedef, ji aliyê din ve, bi zimanê zayendperest, polîtîkayên cudakar û şêweyên tundiyê yên zîhniyeta serdest a mêran re rû bi rû dimînin. Tevî vê yekê jî rojnamegerên jin li dijî medyaya serdest a mêran xeteke rojnamegeriyê ya alternatîf, wekhev û azadîxwaz ava dikin.
Rojnamegeriya balê dikişîne ser jinan têkoşînek e. Ev têkoşîn dengê jin, zarok, kedkar, koçber, xweza û hemû aliyên tune tên hesibandin dide xuyakirin. Ji ber vê yekê, pênûsên rojnamegerên jin ne tenê amûrên veguhestina agahiyan in; ew di heman demê de dengek û xeta têkoşînê ya bihêz a li dijî pergala serdest a mêran, polîtîkayên şer û binpêkirina rastiyê ne.
‘EM HILGIRÊN MÎRATEYA 128 SALAN A ROJNAMEGERIYA KURD IN’
Em, wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), careke din dibêjin em hilgirên mîrateya 128 salan a rojnamegeriya Kurdî, kevneşopiya azadiya çapemeniyê û têkoşîna ji bo rastiyê ya ku ji hêla jinan ve tê meşandin in. Em hemû rojnamegerên ji bo azadiya çapemeniyê jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Em piştgiriyê didin rojnamegerên tên girtin, tên darizandin, gef li wan tên xwarin, surgun dibin û karê wan tên astengkirin.
Her wiha em bang li rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û raya giştî ya demokratîk dikin: Li hember zextên li ser rojnamegeriya Kurdî û xebatkarên çapemeniya azad bêdeng nemînin. Li dijî polîtîkayên, hewl didin rojnamegeriyê wekî sûc nîşan bidin, helwestek zelal nîşan bidin. Nivîsandina rastiyê ne sûc e. Parastina mafê raya giştî yê agahdarkirinê yek ji şertên herî bingehîn ên civakek demokratîk e. Em ê li hember zilmê paşve gavê neavêjin. Em ê parastina gotina jinan, heqîqeta gelan û kevneşopiya çapemeniya azad bidomînin.”
‘NEDÎM ORUÇ SERBEST BERDIN’
Piştre Berdevka Dem Partiyê Ayşegul Dogan axivî. Ayşegul Doganê anî ziman ku wê nûçegîhanê Ajansa Welat Nedîm Oruç ê di Girtîgeha Şirnexê de dîtiye û got: “Nedîm ne ji ber sedemên siyasî hate girtin. Dema êrişên ser Eşrefiyê û Şêxmeqsûd rojnamevanî dikir û hate girtin. Girtina wî bêhiqûqî ye, di demek nêz de danişîna wî heye. Ez ji vir bang dikim rojmavenanan berdin. Silavên Nedîm ji bo we hebûn. Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz be. Bila bibe wesîleya aştî û azadiyê.”
/Ajansa Mezopotamya/










