Sînan Çîftyurek ragihand ku ew navê Kurdistanê ji navê partiya xwe dernaxin û got, “Dadgeha Bilind biryarên siyasî li dijî partiyên Kurdan dide.”
Endamê Birêvebiriya Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek bû mêvanê bultena Rûdawê û pirsên Hêvîdar Zanayê yên li ser doza girtina partiya wan û pêşhatên dawî bersivandin.
Sînan Çîftyurek diyar kir ku Dadgeha Destûrî ya Tirkiyeyê li ser budçe û hesabên 11 partiyan lêpirsîn daye destpêkirin.
Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) jî di nav wan partiyan de ye ku hesabên wan ên sala 2023yan hatine kontrolkirin.
Sînan Çîftyurek destnîşan kir ku dadgehê hinek biryarên nû dane û wan ev biryar wekî “ne qanûnî” bi nav kirin.
Çîftyurek anî ziman ku wan hemû belgeyên pêwîst radestî dadgehê kirine lê dadgeh bi hincetên siyasî astengiyan derdixe.
“Em navê Kurdistanê naguherînin”
Yek ji mijarên sereke yên dozê navê Partiya Komunîst a Kurdistanê ye.
Çîftyurek bi bîr xist ku wan sala 2018an navê partiya xwe ya “Partiya Azadî û Sosyalîzmê” (OSP) kir “Partiya Komunîst a Kurdistanê”.
Çîftyurek da zanîn ku Serdozgeriya Dadgeha Bilind ji wan xwestiye ku navê “Kurdistanê” ji navê partiyê derxin û anî ziman:
“Em navê Kurdistanê naguherînin. Ev mafekî me yê rewa û nasnameya me ya siyasî ye.
Dadgeha Bilind bi van daxwazan destûra xwe binpê dike.”
Zextên li ser partiyên Kurdan
Çîftyurek bal kişand ser wê yekê ku tenê partiya wan ne di bin zextê de ye û diyar kir ku li dijî partiyên wekî PSK û PWKyê jî ji ber navê “Kurdistanê” doz hatine vekirin.
Sînan Çîftyurek anî ziman ku ew dê di vê dozê de mafê xwe yê parastinê bi kar neynin ji bo ku ev “şano” temam bibe û pişt re ew dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin.
Endamê Birêvebiriya KKPyê li ser nîqaşên “pêvajoyeke nû ya çareseriyê” jî nirxandinên xwe parve kirin.
Çîftyurek diyar kir ku nêrînên Devlet Bahçelî û rayedarên hikûmetê ne zelal in û destnîşan kir ku gelê Kurd ji ber nebûna zelaliyê ji vê pêvajoyê bawer nake û got:
“Heta ku nexşerêyeke zelal ji bo Pirsgirêka Kurdan neyê danîn, tenê bi banga çekdanînê encam nayê girtin.”
Wî her wiha bangî aliyên Kurdî kir ku li hemberî van zextan helwesteke hevpar nîşan bidin.
/Jêder: Rûdaw/










