NÛPEL – Li navçeya Gimgimê ya Mûşê, li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ku li gundê Xwarikê tê plankirin, pêvajoya hiqûqî berdewam dike. Dadgeha Îdareyê ya Çewlîgê derbarê daxwaza “rawestandina meşandinê” de biryara xwe ya navberê eşkere kir.
Pêvajoya Projeyê û Nerazîbûn
Projeya JES’ê ya ku ji aliyê şîrketa bi navê IGNIS H2 Enerjiya Anonim a bi navenda xwe li DYAyê ye ve li gundê Xwarikê tê meşandin, ji aliyê Walîtiya Mûşê ve hatibû pejirandin. Piştî ku şîrketê amadekariyên sondaja yekem ji bo meha gulanê kirin, Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê û şêniyên gundên derdorê ji bo betalkirina projeyê serî li dadgehê dan.
Biryara Dadgehê: 10 Roj Dem Hat Dayîn
Dadgeha Îdareyê ya Çewligê di nirxandina xwe ya pêşîn de biryar da ku agahî û belgeyên derbarê struktura erdê û lêkolînên projeyê de li dosyayê bên zêdekirin. Dadgehê di biryara xwe de bal kişand ser van xalan:
Parastina Îdareyê: Ji bo ku îdareya peywendîdar parastina xwe bike û belgeyên kêm temam bike 10 roj dem hat dayîn.
Rawestandina Meşandinê: Daxwaza rawestandina projeyê dê piştî hatina parastinê an jî piştî qedandina dema diyarkirî bê nirxandin.
Hişyarî: Dadgehê hişyarî da ku heke belge di wextê xwe de neyên şandin, dê li gorî agahiyên di dosyayê de hene biryara dawî bê dayîn.
/Çavkanî: MA/










