NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Li navçeya Sincanê ya Enqereyê di fabrîkayeke boyaxê de şewateke mezin derket. Hat ragihandin ku karkerek winda ye û xebatên lêgerînê berdewam dikin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Alciyê (Alcı OSB), di beşa hilberînê ya fabrîkayeke boyaxê de saetên sibehê bi sedemeke nediyar agir bi avahiyê ket. Piştî agahdarkirinê, ji gelek îstasyonên wekî Temellî, Polatli, Sincan û Batîkentê hejmareke zêde tîmên agahkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Daxuyaniya Walî Vasip Şahin
Walîyê Enqereyê Vasip Şahin derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo vemirandina agir xebat bi dijwarî berdewam dikin. Şahin her wiha destnîşan kir ku di encama şewatê de karkerek winda bûye û tîmên rizgarkirinê ji bo dîtina wî karkerî dest bi xebatên lêgerînê kirine.
Midaxele Berdewam Dike
Heya niha bi 6 wesayîtên agahkujiyê û 20 personelên şarezayî midaxeleya agir tê kirin. Tîm hewl didin ku agir kontrol bikin û rê li ber belavbûna wî ya ber bi beşên din ên pîşesaziyê ve bigirin.










