CNN: Şandeya DYA’yê dê sibê li Îslamabadê bi heman navan li ser masê be

CîhanNûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Di dema ku tê payîn sibê li Pakîstanê di navbera DYA û Îranê de tûra 2’yemîn a muzakereyan bê kirin, hat diyarkirin ku ji aliyê DYA’yê ve dîsa Vance, Witkoff û Kushner wê beşdar bibin.

Li gorî nûçeya saziya weşanê ya Amerîkî CNN’ê ku dispêre çavkaniyên Qesra Spî, di muzakereyên ku wê sibê li Îslamabad a paytexta Pakîstanê bi Îranê re bên kirin de, ji DYA’yê wê heman nav cih bigirin.

Li gorî vê yekê, ji bo tûra 2’yemîn a hevdîtinên nû yên li Pakîstanê; Cîgirê Serokê DYA’yê JD Vance, Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn ê Serokê DYA’yê Donald Trump Steve Witkoff û zavayê Trump Jared Kushner wê li ser masê bin.

Hat diyarkirin ku ji aliyê Îranê ve jî tê payîn Serokê Meclîsa Şêwirmendiya Îslamî ya Îranê Mihemed Baqir Galîbaf, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Erakçî û Wekîlê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Elî Baqirî Kenî beşdar bibin.

Di nûçeyê de her wiha hat destnîşankirin ku biryara dawî ya rêveberiya Îranê ya derbarê beşdarbûna tûra duyemîn de hîna ne hatî piştrastkirin û ne jî hatî redkirin.

Di tûra yekemîn de lihevhatin çênebûbû

Şerê ku piştî êrîşên DYA û Îsraîlê yên di 28’ê Sibatê de li dijî Îranê dabûn destpêkirin û li welatên herêmê belav bibû, di 8’ê Nîsanê de bi agirbesta di navbera DYA û Îranê de bi dawî bibû.

Rêveberiyên Washington û Tehranê di 11’ê Nîsanê de bi navbeynkariya Pakîstanê li Îslamabadê muzakere meşandibûn, lê ragihandibûn ku hevdîtin “bêyî ku bigihîjin lihevhatinekê” bi dawî bûne.

Serokê DYA’yê Donald Trump îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand ku nûnerên DYA’yê wê sibê êvarê ji bo muzakereyan biçin bajarê Îslamabadê yê Pakîstanê û bi van gotinan gef xwar: “Em peymaneke pir adil û maqûl pêşkêş dikin û ez hêvî dikim ku ew qebûl bikin; ji ber ku heke qebûl nekin, DYA wê her santraleke enerjiyê û her pireke li Îranê îmha bike.”

 

Van jî bibîne

 

Şandeke Şamê ji bo wergirtina îdareya zîndanan li Hesekê ye
Malbata Rojîn Kabaişê: Dosyaya Gulistan Dokuyê hêvî da me

Nûçeyên Sereke