NÛPEL – Hunermendên navdar ên Dersîmî, Metîn û Kemal Kahraman, berhema xwe ya nû ya bi navê “Çênê” diyarî xwendekara winda Gulistan Doku û malbata wê kirin.
Hunermendên bira Metîn û Kemal Kahraman, strana xwe ya bi navê “Çênê” ku di albuma wan a nû “Telden Tele” de cih digire, belav kirin. Hunermendan ev berhema xwe diyarî Gulistan Dokuyê kirin; xwendekara Zanîngeha Mûzirî ku ji 5ê Kanûna Paşîn a 2020an vir ve li Dersîmê winda ye û tu agahî jê nayên girtin.
“Diyarî Gulistan Doku û Malbata Wê ya Dilşewat be”
Hunermendan li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyek dan û hestên xwe wiha anîn ziman:
“Em vê zêmara xwe ya bi navê Çene ya ku me îro li ser kanala xwe ya YouTubeyê belav kiriye, diyarî Gulistan Doku û malbata wê ya dilşewat dikin.”
Strana “Çênê” bi zaravayê Kirmanckî (Zazakî) hatîye gotin û tê de behsa kûrahiya êş û derdê windabûna keçikekê û giranîya derdê axa Dersîmê tê kirin.










