Xalên Hevdîtina Şam û Rêveberiya Xweser: Ziman, Nasname û Vegera Koçberan

Nûçe

NÛPEL – Ji bo ku daxwazên her du aliyan bi awayekî fermî cih bigirin, li formûleke hevpar tê gerîn. Çavkaniyan anî ziman ku di vî warî de hewldanên Şamê berdewam dikin, lê ji bo dîtina formûlên guncav muzakere û nîqaş hê jî têne domandin.

Mafên Çandî û Perwerdehiyê Mijarên Sereke ne

Hate zanîn ku yek ji mijarên herî girîng ku Rêveberiya Xweser li ser radiweste, mafên çandî û zimanê Kurdî ne. Tê payîn ku zimanê Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî û di pergala perwerdehiyê de li gel zimanê Erebî wekî zimanê fermî bê bikaranîn.

Mijara Zanîngehan

Rêveberiya Xweser israr dike ku zanîngehên li herêmê ji aliyê Şamê ve bi fermî werin naskirin û xwendekar bikaribin dîplomayên xwe bi pejirandina Wezareta Perwerdehiyê bistînin. Çavkaniyan diyar kir ku her çend di vê mijarê de hinek pêşketin hebin jî, hêj pêdivî bi nîqaşên zêdetir heye.

Pênaseya Welatîbûn û Nasnameyê

Mijareke din a girîng a nîqaşan, sererastkirinên di makezagonê (destûrê) de ne. Ev mijar, bi taybetî ji bo Kurdan, xaleke stratejîk e. Hate zanîn ku di hevdîtina li Şamê de li ser vê babetê nîqaşên berfireh hatine kirin û dê mijara “nasname” û “pênaseya welatîbûnê” ji nû ve bê nivîsandin.

Ji bo Çavkaniyên Aboriyê Rêveberiyên Hevpar

Tê plankirin ku saziyên Rêveberiya Xweser û yên dewletê bibin yek. Ji bo wezaretên wekî tenduristî, çandinî û aboriyê avakirina komîteyên hevpar di rojevê de ye. Her wiha, biryar hat girtin ku li bîrên petrolê, gumruk, balafirgeh û deriyên sînor rêveberiyeke hevpar bê avakirin. Tê pêşbînîkirin ku di nava vê mehê de derbarê vekirina Deriyê Sînor ê Nisêbînê de daxuyaniyeke fermî bê dayîn.

Vegera Koçberan û Rewşa Girtiyan

Xebatên ji bo vegera welatiyên koçberbûyî berdewam dikin. Tê payîn ku di demeke nêz de 612 malbat vegerin Efrînê; her wiha ji bo Serêkaniyê jî komîteyeke amadekariyê dest bi xebatên xwe kiriye.

Li aliyê din, rewşa bi sedan girtiyên ku aqûbeta wan nayê zanîn wekî qeyraneke siyasî li pêşiya aliyan dimîne. Malbatên girtiyan li bajaran çalakiyan li dar dixin û daxwaza serbestberdana zarokên xwe dikin.

/Çavkanî: AW/

Li Almanyayê Ji Bo Mala Çanda Melkisê Şeva Piştgiriyê Hat Lidarxistin
Hikûmeta Sûriyeyê Sîstema Nû ya Bacê Radigihîne: Ji bo Karmendan Muzdeya “Dahata Kêm”

Nûçeyên Sereke