🔴Xwendekarên Kurd ên li zanîngehên Kurdistan û Tirkiyeyê, li dijî polîtîkayên bişaftinê û ji bo parastina çanda Kurdî, avabûna “Tevgera Komeleyên Xwendekaran a Çand û Zimanê Kurdî (TEV-KOM)” bi deklerasyonekê ragihandin.
STENBOL (Nûpel)– Xwendekarên kurd bi armanca parastin û pêşxistina ziman û çanda kurdî, bin banê “Tevgera Komaleyên Xwendekaran a Çand û Zimanê Kurdî (TEV-KOM)” de bûn yek. TEV-KOM’ê bi deklarasyoneke ku li Stenbolê hat eşkere kirin, damezrandina xwe ragihand.
Li Navenda Çandê ya Yaşar Kemal a Maltepeyê ya Stenbolê, bi beşdariya Dayikên Aştiyê, klûbên ziman ên zanîngehan û gelek xwendekaran merasîmeke bi heybet hat lidarxistin. Di eywanê de pankartên bi daxwaza “Li her zanîngehê dengê kurdî” hatin daliqandin û peyama “Bila ruhê Xanî rihet be, êdî îttîfaqa me heye” derket pêş.
‘Em Mîratgirên Apê Mûsa û Cegerxwîn in’
Bername bi axaftina silavkirinê ya Ramazan Sevlîm dest pê kir. Piştre li ser navê xwendekaran, xwendekarê Zanîngeha Bogazîçiyê Omer Bayraktar axaftina destpêkê kir. Bayraktar bal kişand ser dîroka têkoşîna zimanê kurdî û polîtîkayên bişaftinê yên sedsala dawî û wiha got:
”Em xwe wekî mîratgirên Apê Mûsa, Cegerxwîn û hemû kedkarên ziman dibînin. Îro roja mafstandinê ye. Em wekî ciwan rol û mîsyona xwe dizanin û dixwazin pêşeroja xwe ava bikin. Tevahî komên ziman niha bi yek dengî têkoşîna xwe dimeşînin.”
Panel û Deklarasyon: Bi Kurmancî û Kirmanckî
Piştî axaftinan, “kursiya azad” hat avakirin û beşdaran li ser girîngiya axaftina bi zimanê dayikê nêrînên xwe parve kirin. Her wiha bi sernavê “Di têkoşîna zimanê zikmakî de rola xwendekaran” panelek hat lidarxistin.
Di dawiya bernameyê de deklarasyona damezrandinê bi du zaravayan hat xwendin. Metna Kurmancî ji aliyê Zeynep Taş ve û ya Kirmanckî (Zazakî) jî ji aliyê Omer Bayraktar ve ji raya giştî re hat ragihandin. Bi vê deklarasyonê, TEV-KOM’ê peyama ku dê li hemû kampusan têkoşîna ji bo ziman û xwebûnê mezin bikin, da.
Daxuyaniya Xwendekaran Wisa Ye
Em, wek xwendekar û ciwanên ku li zanîngehên cuda cuda yên Kurdistan û Tirkiyeyê hatine ba hev, parastin û pêşxistina ziman û çanda gelê Kurd wek berpirsiyariyeke dîrokî û civakî dibînin. Bi vê hişmendiyê em avabûna Tevgera Komeleyên Xwendekaran a Çand û Zimanê Kurdî( TEV-KOM) îlan dikin. Ev deklarasyon ne tenê ragihandina yekbûnê ye; herwiha li dijî siyaseta bişaftina sistematîk a ku li ser bîra me, zimanê me û nasnameya me tê meşandin, nîşana sekna me ya hevpar e.
NASNAMEYA ME Û SEKNA ME YA HEBÛNÎ
Ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye; ew herwiha bîra gel e û bingeha dîrokî û civakî ya hebûna me ye. Pratîkên cihêkariyê yên ku li dijî nasnameya Kurd û zimanê Kurdî têne kirin, bi awayekî sîstematîk û sazmanî tên meşandin. Zext û cihêkariya sistematîk a ku li ser zimanê Kurdî tê kirin, rasterast li dijî hebûna kolektîf a gel e. Armanca me ew e ku em ji zanîngehan dest pê bikin û li hemû qadên giştî hebûn û xuyabûna zimanê Kurdî xurtir bikin û li dijî siyaseta înkar û bişaftinê jiyaneke azad bi hev re ava bikin.
ZANÎNGEH: QADA TEKOŞÎNÊ Û RAMANA AZAD E
Zanîngeh divê bibe navenda ramana azad; lê îro bi siyaseta qeyûmê, merkezîbûn û pratîkên zextê ji taybetmendiya xwe ya demokratîk û azad hatiye dûrxistin. Hilberîna bi zimanê Kurdî an jî meşandina lêkolînên li ser ziman an gelê Kurd li kampûsan tê marjînalîzekirin û bi awayekî sistematîk tê sînordarkirin. Em nabin temaşevanên vê rewşê. Em bawer in ku zanîngeh ne tenê qadên dersê ne, herwiha ji bo pêşveçûna civakê qadên pêşeng in.
Li dijî yekrengbûna zanînê û biyanîbûna akademîk, em têkoşînê wek bingeh digirin da ku zanîngeh bibin xwedîyê roleke piralî û wekhev.
PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ: MAF Û AZADIYEKE BINGEHÎN E
Daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê ji pêşniyarek pedagojîk zêdetir e; ew meseleya mafê mirovî, wekhevî û demokrasiyê ye. Ku zimanê dayikê di qada giştî û akademîk de cih negire, li wir ji wekheviya rastîn nayê behs kirin. Di vê çarçoveyê de em daxwaz dikin ku:
• Zimanê Kurdî li zanîngehan ne tenê dersa bijarte be, bibe qadeke akademîk a bihêz û domdar
• Perwerdehiya bi zimanê dayikê di hemû astên perwerdehiyê û di qadên hilberîna akademîk de were bicîh kirin
• Zimanê Kurdî bi misogerkirina hiquqî azad bibe , di hemû xizmetên giştî de bibe bingeh.
TEV-KOM: HÊZA YEKÎTİYÊ Û MODELA JIYANA HEVPAR E
TEV-KOM iradeya derbasbûna ji rewşa parçeyî û avakirina rêça hevpar a polîtîk û çandî ye. Ji avakirina vê tora hevkar û hevaheng a di navbera zanîngehan de, mebesta me ew e ku em lêkolîn û xebatên li ser ziman û hunera Kurdî zêdetir xuyabar bikin, bi kom û civatên ku li fakulte, wargeh û kampûsan têne avakirin, modela demokratîk a ku tê de cihêrengî bi awayekî azad û wekhev heye, bicîh bikin.
ROLA CIWANAN Û PÊŞXISTINA HEVKARIYA KOLEKTÎF
Ciwanên xwendekar, her tim bi awayekî dînamîk li dijî zextê bûne. Wek Tev-Kom; em jî bi awayekî wêrek, hişyar û rêxistinî li dijî siyaseta tunekirinê, têkoşînê mezintir dikin. Têkoşîna ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê, beşekî têkoşîna ji bo aştî, demokrasî û azadiyê ye.
Wek ciwanan, li ser pêşeroja xwe, xwediyên gotin û kiryarê em in. Îro jî îradeya ku em nîşan didin, ne tenê ji bo ziman e, ev îrade ji bo avakirina pêşeroja me ye. Yan em ê bi ziman û nasnameya xwe re pêşerojeke azad ava bikin, yan jî em ê di nava vê pergala asimilasyon û zextê de winda bibin.
GOTINA DAWÎ
Em bang li hemû civat û komên zanîngehan, akademîsyenan, xwendekaran û li hemû gelê xwe dikin ku li ser vê zemîna hevpar em kom bibin; ziman, çand û rûmeta xwe biparêzin.












