Trump: Tengava Hormuzê Veşartî ye, Lê Dorpêça li ser Îranê Berdewam Dike

CîhanNûçe

🔴NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Tengava Hormuzê, ku yek ji girîngtirîn rêyên deryayî yên cîhanê ye, bi temamî ji bo çûn û hatina bazirganiyê hatiye vekirin. Lê belê, Trump tekez kir ku dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê dê bi tundî berdewam bike.

“Rêya Stratejîk ji bo Bazirganiyê Vekirî ye”

Serokê Amerîkayê li ser tora xwe ya civakî Truth Social daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku ev rêya stratejîk niha “bi temamî vekirî ye û ji bo kar û derbasbûna keştiyan amade ye.”

Trump destnîşan kir ku vekirina tengavê nayê wateya sistkirina zextên li ser Tehranê. Li gorî daxuyaniya wî:

Dorpêça deryayî ya Amerîkayê tenê li dijî Îranê û bi “hemû hêza xwe” berdewam dike.

Heta ku rêkeftineke nû ya %100 di navbera her du welatan de pêk neyê, dê dorpêç neyên rakirin.

Geşbîniya ji bo Rêkeftineke Lez

Trump derbarê pêvajoya dîplomatîk de geşbîn xwiya kir û diyar kir ku gihîştina rêkeftineke dawî bi Îranê re dikare pir bi lez pêk were. Trump got: “Divê ev pêvajo gelekî bi lez biçe, çimkî berê li ser piraniya xalan dan û standin hatine kirin.”

Bandora li ser Bazarên Cîhanî

Tengava Hormuzê ji 28ê Sibatê ve, ji ber şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, ji bo veguhastina petrol û gazê hatibû girtin. Ev rawestandin bûbû sedema bilindbûna bihayê enerjiyê di bazarên cîhanî de. Vekirina vê rêyê wekî gaveke girîng ji bo aramkirina aboriya gerdûnî tê dîtin.

Helwesta Îranê û Agirbest

Beriya daxuyaniya Trump, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî li ser hesabê xwe yê Xê ragihandibû ku wan tengav vekiriye. Eraqçî diyar kir ku ev biryar bi agirbesta li Libnanê re hevdem e û got:

“Em derbasbûna hemû keştiyên bazirganiyê ya di Tengava Hormuzê re ji bo dema mayî ya agirbestê bi temamî vekirî radigihînin.”

Van jî bibîne

 

Çîroka Veşartî ya Qûbeya Berovajî
Ji Bo Xizmên Nexweşan Kevirê Bingehîn ê Navendeke Civakî Hate Danîn

Nûçeyên Sereke