🔴CIZÎRA BOTAN (Nûpel) – Cizîra Botan yek ji bajarên Bakurê Kurdistanê ye ku bi avahiyên xwe yên dîrokî balê dikişîne. Yek ji van avahiyan Qûbeya Berovajî ye ku di nav Medreseya Sor de cih digire û mînakeke wê ya din nîne.
Li gorî çavkaniyan, Medreseya Sor di sedsala 15’an de (li gorî hinek çavkaniyan di sala 1508’an de) hatiye avakirin. Medrese li herêmê wekî yek ji zanîngehên pêşîn tê qebûlkirin û gelek zanyar û zanayên Kurd li vir perwerde dîtine.
Sembola Dilnizmî û Zanistê
Yek ji taybetmendiyên herî girîng ku vê medreseyê ji yên din cuda dike, qûbeya wê ya berovajî ye. Tê gotin ku ev qûbe ji aliyê mûrîdên Melayê Cizîrî ve ji bo wî hatiye çêkirin. Li gorî rîwayetan, mûrîdên Melayê Cizîrî jê re dibêjin: “Heke tu wefat bikî, em ê li ser gora te qûbeyekê ava bikin.” Melayê Cizîrî vê daxwaza xwendekarên xwe qebûl nake û dibêje ku qûbe tenê layîqî pêxemberan e. Li ser vê gotina Mele, xwendekarên wî ji bo nîşandana dilnizmiya wî, qûbeyê bi awayekî berovajî çêdikin. Ev avahî îro li Cizîrê wekî semboleke bêhempa tê naskirin.
Bandora Melayê Cizîrî û Kevirên Sor
Hacî Mihemmed, yek ji mamosteyên niha yên medreseyê, ji Nûpel TV’yê re behsa bandora kûr a Melayê Cizîrî dike. Li gorî gotina wî, Melayê Cizîrî xwe dida dîwarê medreseyê û qesîdeyên xwe dixwandin. Tê gotin ku ew cihê ku Mele lê rûdinişt sor bûye û lewma medrese bi kevirên sor hatiye nûjenkirin.
Pîvana Aqil: Sembola Azmûnê
Li gorî vegotineke din, qûbeya berovajî sembola azmûnekê ye. Xwendekarên medreseyê li dora vê avahiyê diciviyan û bersiva pirsên mamosteyên xwe didan. Kesên ku bersivên şaş didan, wekî xwediyê “fikirên berovajî” dihatin hesibandin û ji wan dihat xwestin ku di bin siha vê qûbeyê de careke din bixwînin. Ji ber vê yekê, ev avahî di nav gel de wekî “pîvana aqil” jî hatiye naskirin.
Îro, Medreseya Sor wekî mîrateyeke çandî ya girîng li ser pêyan e û bala geştiyarên navxweyî û biyanî dikişîne. Xelkê herêmê dixwazin ku ev avahiya bêhempa bêtir were nasandin û di qada tûrîzmê de xwedî cihekî girîng be.
Dîrok carinan di bêdengiya keviran de veşartî ye; Qûbeya Berovajî ya Medreseya Sor jî di nav vê bêdengiyê de çîrokek e ku ji rabirdûyê heta îro berdewam dike.










