Li Çiyayê Meqam ê li navçeya Erxenî ya Amedê guldexwîn bişkuvîn. Çiyayê Meqam li gundê Kinera Mezin e. Di demsala biharê de, yek ji cihê herî zêde ku welatî diçin geryanê ye. Welatî dema diçin meş û seyrana nava xwezayê serdana qadên guldexwînan jî dikin.
Bi hatina baharê re Çiyayê Meqam bi rengîniya xwezayê ve hate xemilandin. Guldexwînên ku curek kêmpeyda yên kulîlkên cîhanê ye, bi bişkuvandina nava zinaran de dîmenên rengîn derxist holê.
Guldexwîn di zimanê Latînî de bi “Fritillaria Imperialis” hatine binavkirin. Rengê wan sor û zer in, li Kurdistan, Tirkiye, Iraq, Îran û Azerbaycanê şîn dibin. Cihê herî zêde ku guldexwîn lê şîn dibin, bajarên Colemêrg, Sêrt, Bedlîs, Xarpêt, Dêrsim û Wan in. Li gelek welatan guldexwîn di bin parastinê de ne. Li Kurdistan û li Tirkiyeyê kesên guldexwînan hilqetînin cezayên pera li wan tê birîn.
/Ajansa Mezopotamya/










