Li Amedê Serkeftina Oz Kayapınar Belediye Sporê: Sê Kategori û Sê Şampiyonî

NûçeSpor

🔴Tîmên voleybolê yên jin û mêran ên Oz Kayapinar Belediye Sporê, di tûrnûvayên li Amedê de hemû maçên xwe birin û bûn şampiyon. Sporvanên serkeftî beriya şampiyoniya herêmî serdana Hevşaredaran kirin.

AMED (Nûpel)– Tîmên voleybolê yên şaredariya Kayapinarê di warê sporê de destkeftiyên girîng bi dest xistin. Sê tîmên cuda yên klûbê, piştî ku li Amedê bêyî têkçûn bûn şampiyon, mafê beşdarbûna şampiyoniyên herêmî û Tirkiyeyê bi dest xistin.

Bêyî Têkçûn Ber bi Meletî, Eskîşehîr û Amedê ve

Serkeftinên tîman ên di kategoriyên cuda de bi vî rengî ne:

Tîma Jinan a Mîdî: Di tûrnûvaya Amedê de tu maç winda nekirin û bûn şampiyon. Ev tîm wê di navbera 15-17’ê Nîsanê de li Meletiyê nûnertiya bajêr bike.

Tîma Xortên (Bin 12 Salî): Di şeş maçên xwe de şeş serkeftin bi dest xistin. Tîma xortan wê di meha Hezîranê de li Eskîşehîrê bikeve pêşbaziyê.

Tîma Kurên (Bin 12 Salî): Bêyî ku tu setekê bidin reqîbên xwe bûn şampiyon. Ev tîm wê di navbera 22-24’ê Nîsanê de li Amedê beşdarî şampiyoniya herêmî bibe.

Hevşaredaran Sporvan Pêşwazî Kirin

Sporvanên ku bi madalyayên xwe vegeriyan, li avahiya şaredariyê ji aliyê Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar ve hatin pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de endamên meclîsa şaredariyê û alîkarên şaredar jî amade bûn.

Hevşaredaran diyar kirin ku ev serkeftin ji bo ciwanên Amedê serbilindiyek mezin e. Sîncar û Dundar destnîşan kirin ku şaredarî wê di her warî de piştgiriya spor û sporvanan bidomîne û ji tîman re di maçên herêmî de serkeftin xwestin.

Serdan bi girtina wêneyên bîranînê bi dawî bû.

Van jî bibîne

 

Nêçîrvan Barzanî: “Em ê di vegerandina termên şehîdên Enfalê de xemsariyê nekin”
Serhat Ozturk, Piştî 32 Salan Tahliye Bû

Nûçeyên Sereke