🔴Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo wefata Zeynep Cansız, dayika Sakine Cansız, peyamek weşand û diyar kir ku ew ê her tim xwedî li mîrasa wê derkevin.
AMED (Nûpel)– Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya koça dawî ya Zeynep Cansız daxuyaniyeke nivîskî parve kir. TJA’yê di peyama xwe de bal kişand ser rola Zeynep Cansız a di nav têkoşîna aşitî û heqîqetê de û sersaxî xwest.
‘Zanabûna wê dê di meşa me de bijî’
TJA’yê di daxuyaniya xwe de cih da van gotinan:
“Dayika pêşenga têkoşîna azadiya jinê Sakine Cansız, lêgerînera heqîqet û aştiyê Zeynep Cansız ji nav me bar kir. Zanabûna wê ya kûr, dê di meşa azadiyê ya jinan de her tim bijî.”
Soza dilsoziyê
Di dawiya peyamê de TJA’yê destnîşan kir ku têkoşîna Zeynep Cansız ji bo wan mîraseke mezin e û wiha hat gotin:
“Em soza didin ku em ê dilsozê mîrasa Zeynep Ana bimînin. Serê gelê me sax be.”
/Çavkanî: ANF/










